Li Mûsil ji ber nuqbûna keştiyekî 71 kes mirin

Li Mûsil bajarê Iraqê li ser çemê Dîcle, keştiyekî geştiyaran bin av bû. Li gorî agahiyên destpêkê 71 kesî  jiyana xwe ji dest dan.

Li Mûsil ji ber nuqbûna keştiyekî 71 kes mirin
21 adar, 2019   19:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Di çemê Dîcle de ku di Mûsilê re derbas dibe, keştiyekî geştiyaran bin av bû û gelek kes bûne mirin.

Li gorî agahiyên destpêkê ji herêmê hatîn girtin,  di buyerê de 71 kes xeniqîne, piraniya wan jî zarokin.

Her wiha hat diyar kirin ku tîmên rizgarkirinê heya niha karîne cenazeyên 50 kesan derbixin û lêgerîna li pey cenazeyên kesên din jî berdewam dike.