‘Projeya me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser ket’

Nivîskar û şêwirmendê çandî yê Meclisa Rêveber ê Herêma Firatê Hisên Mihemed Elî diyar kir ku  projeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser ketiye û wiha got: “Ji ber ku tevahiya pêkhateyên herêmê bi giyana biratiya gelan dijîn. Gelek gelek deng hene ku dixwazin ev tecrube li tevahiya Sûriyê pêk were.”

‘Projeya me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser ket’
22 adar, 2019   05:16

EBDULSELAM KERMAN/KOBANÊ

Şêwirmendê çandî yê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ê Herêma Firatê Hisên Mihemed Elî qala tecrubeya Rêveberiya Xweser ji bo aloziya Sûriyê kir.

Hisên Mihemed Elî got: "Gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî şer in, dixwazin alozî bi dawî bibe û bi rihê jiyaneke hevbeş jiyan bikin.  Dixwazin welatekî demokratîk û pirreng ava bibe."

Hisên Mihemed Elî wiha berdewam kir: "Berbijarka me rast bû û di cih de bû. Herêmên me ji herêmên Sûriyê yên din ewletir in. Bi demê re ji hemûyan re rastiya nêrînên me xuya bû."

Girêdayî inkarkirina taybetmendiya pêkhateyên Sûriyê Mihemed Elî got: "Ew rastiya hêza welat nizanin. Welat ji pirengî û cudabûna gelan hêza xwe digire û inkarkirina rengên din nakeve xizmeta welat û pêşketina wî."

Hisên Mihemed Elî destnîşan kir ku gelek dewletên mîna DYA, Siwîsre û dewletên din rêgeza xwesriya her eyaletekê pêk tîne û ew dewlet bi hêz û pêşketîn e.

Mihemed Elî got: "Divê em çanda qebulkirina aliyê din yan jî rengê din belav bikin. Pirrengî ji bo welêt berhemek mezin e, di nav de gelê Kurd ê xwedî dîrokek kevnar e heye. Kurdan di gelek qadan de rolek girîng di avakirina Sûriyê de lîstin û parçebûnê napejrînin."

Nivîskar Hisên Mihemed Elî ji kadroyên herî sereke di prosesa perwerdehiyê li Kobanê tê hesibandin. Karê mamostetî di dibistanên Kobanê de kiriye û piştî ragihandina Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê bû hevserokê Desteya Perwerdeyê. Niha jî karê şêwirmendê çandî yê Herêma Firatê dike. Mihemed Elî pirtûkek bi navê `Memleket El-Ma û El-Xeranîq` ya girêdayî dîroka Kobanê derxistiye.

(şx)

ANHA