Xelkên Reqa, Tebqa û Dêrazor Newroz pîroz kirin

Şêniyê Reqa, Tebqa û Dêrazorê cara yekemîn e piştî demeke dirêj Newroz pîroz kirin

Xelkên Reqa, Tebqa û Dêrazor Newroz pîroz kirin
Xelkên Reqa, Tebqa û Dêrazor Newroz pîroz kirin
Xelkên Reqa, Tebqa û Dêrazor Newroz pîroz kirin
Xelkên Reqa, Tebqa û Dêrazor Newroz pîroz kirin
21 adar, 2019   16:08

REQA

Li bajarê Reqayê careke yekemîn piştî sala 2011‘an pîrozbahiya Newrozê bi coş pêk hat.

Îro di seatên sibehê de, bi hezaran şêniyên bajarên Reqa, Tebqa û Dêrazorê bi cil û bergeên xwe yên filklorî berê xwe da qada şahiyê ya li gundên bakurê Reqayê da ku cara yekemîn Newrozê pîroz bikin.

Pîrozbahî bi dirûşmeya "Bi rihê Newrozê em ê herêmên dagirkirî yên Sûriyê rizgar bikin" hate lidarxistin.

Pîrozbahî bi pêxistina mişeleya Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve û deqeya rêzgirtin dest pê kir. Paşê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de Newroz li hemû gelên Rojhilata Navîn hate pîrozkirin û hate gotin ku Newroz rojbûneke nû ye û serkeftina li hemberî zulmê ye.

Piştre Koma Şano ya Çerks, Koma Reqa ya stranên gelerî, koma Qamişlo ya dîlan û stranên şoreşgerî berhemên xwe pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

ANHA