Enwer Muslim: Daxwaza çalakvanên grevê mafekî rewa ye û divê li hember wan bêdengî tune be

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratik a herêma Firatê Enwer Mislim di çalakiyên Newroza Kobanê de axivî û got ku dê Efrînê rizgar bibe û got divê Civaka Navnetewî li hember çalakvanên greva birçîbûnê bêdeng nemînin ji ber daxwazên wan daxwazên mirovî ne.

Enwer Muslim: Daxwaza çalakvanên grevê mafekî rewa ye û divê li hember wan bêdengî tune be
Enwer Muslim: Daxwaza çalakvanên grevê mafekî rewa ye û divê li hember wan bêdengî tune be
Enwer Muslim: Daxwaza çalakvanên grevê mafekî rewa ye û divê li hember wan bêdengî tune be
21 adar, 2019   09:40

KOBANÊ

Çalakiyên Newroza Kobanê bi beşdarbûna bi deh hezaran şêniyên ku ji gelek deveran hatin da ku beşdarî şahiya li ser girê Miştenûrê bibin, didomin.

Piştî ku agirê Newrozê hat pêxistin, hevserokê Meclisa Rêveber a hHerêma Firatê Enwer Muslim xêrhatina beşdaran kir û silav ji hêzên ewlehiyê û leşkerî re şandin.

Muslimwiha axivî: "Di Newroza 2019`an de, piştî 2 hezar û 600 salan dîrok xwe dubare dike, wekî çawa Kawayê Hesinkar zilma Dehak bi bin xist û rojeke nû ji gelan re dest pê bû, îro şervanên azadiyê DAIŞ bi bin xistin û ji vir em mizgîniya têkçûna DAIŞ`ê didin."

Muslimdestnîşan kir ku zilma ku DAIŞ`ê der heqê herêmê de pêk dianî, îro li Efrînê bi destê AKP`ê û çeteyan dubare dibe û wiha domand: "Ew nizanin ku em ê di demeke pir nêz de Newrozê li Efrînê pîroz bikin."

Enwer Muslimxemgîniya xwe ji gefên hikumeta Şamê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re anî ziman û diyar kir ku hikumet li şûna ku behsa dagirkeriya Tirkiyê ji herêmên Sûriyê re bike, gefan li herêmên Bakurê Sûriyê dixwe û teqez kir ku divê hikumet helwesta xwe ji dagirkeriyê re diyar bike. Muslim wiha pê de çû got: "Em ji diyalogê re vekirî ne û em banga Sûriyeyake demokratîk û nenavendî dikin. Em dixwazin bi biratî di bin banê projeya neteweya demokratîk de ku em li herêmên xwe bi cih kirine, bijîn."

Der barê çalakiyên greva birçîbûnê de ku li her çar parçeyên Kurdistanê belav bûne da ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, Enwer Muslim wiha got: "Cîhan li hember çalakiyên wan bê deng e, daxwazên wan mirovî ne û divê li hember wan kes bê deng nemîne."

`Divê li Kobanê dadgehek ji bo darizandina DAIŞ`iyan bê avakirin`

Her wiha Enwer Muslim li ser çeteyên DAIŞ`ê yên li gel QSD`ê girtî, axivî û wiha got: "DAIŞ’ê gelek komkujî li ser gelê Kobanê û Şengalê de pêk anîn, ji bo divê  ew çete bêne darizandin û dadgehek li Kobanê bê avakirin."

Enwer Muslim wiha domand: "Ev cih cihê berxwedanê ye, ji ber vê yekê daxwaza gel ew e ku çeteyên DAIŞ`ê bêne darizandin."

Paşê Koma Botan a Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido rabû ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin.

(jo)

ANHA