‘Newroz zayîneke nû ye’

Di pîrozbahiya Newrozê ya li Reqayê de hate gotin ku ku sekna pêkhateyên Bakurê Sûriyê li qada Newrozê, nûnertiya zayîneke nû dike.

‘Newroz zayîneke nû ye’
‘Newroz zayîneke nû ye’
‘Newroz zayîneke nû ye’
‘Newroz zayîneke nû ye’
‘Newroz zayîneke nû ye’
‘Newroz zayîneke nû ye’
21 adar, 2019   13:49

REQA

Bi navê Rêvebera Sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Receb El-Mişrif axivî û wiha anî ziman: "Cejna Newrozê li hemû pêkhateyên Sûriyê pîroz be, îro em bi sekna xwe ya li qadekê ku hemû pêkhateyên Sûriyê lê kom bûne, tekez dikin ku Newroz zayîneke nû ye."

El-Mişrif wiha axaftina xwe domand: "Çirûska agir li dijî sîtemkarî, çirûska têkoşîna li dijî zordar û desthiladariya der heqê gelan a beriya salan e. Ev tîrêj bû rastiya hemû gelên li herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan, ji ber ku ew sekneke rûmetê ye."

Her wiha Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Şemsa El-Salih got pîrozbahiya Newrozê serkeftina berdêlên şehîdan e û wiha pê de çû: "Îro bi saya şehîdan em cejna Newrozê pîroz dikin. Her wiha em cejna Newrozê li hemû dayikên şehîdan û hevserên wan pîroz dikin, ji ber ku wan cejnan hiştiye em rûken bin û li hêviya cejna mezin bin, ku ew jî serkeftina li dijî DAIŞ`ê ye."

Şahiya Newrozê bi pêşandanên şanoyê û stranên gelêrî yên erebî û kurdî berdewam dike.

(eh)

ANHA