Newroza Helebê bi silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê pîrozbahiya Newroza 2019`an bi  gerandina xelekên govendê û berzkirina dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî.

Newroza Helebê bi silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû
Newroza Helebê bi silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû
Newroza Helebê bi silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû
Newroza Helebê bi silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû
Newroza Helebê bi silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû
Newroza Helebê bi silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû
21 adar, 2019   16:05

HELEB

Tevahiya pêkhateyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji Kurd, Ereb û Tirkman beşdarî pîrozbahiya Newroza 2019`an a taxê bûn.

Di pîrozbahiyê de gelek peyam hatin xwendin, YPG`ê, partiyên siyasî wek Partiya Yekîtiya Demokratîk, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û Partiya Konferans a Demokratîk, Buroya Jin a MSD`ê, Meclisa Sûriye Demokratîk, Meclisa Malbatên Şehîdan û Mala Êzidî ya Helebê peyam ji bo şahiyê şandin.

Di peyaman de Newroz li gelê Kurd, şervanên li eniyên şer û çalakgerên greva birçîbûnê hate pîrozkirin. Her wiha hate tekezkirin ku Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan, tevahiya girtiyên azadiyê û rizgarkirina Efrînê. Di peyaman de soza şopandina têkoşînê û berxwedanê li ser rêgeza neteweya demokratî hate dayîn.

Piştî axaftinan gelek komên hunerî û hunermendan berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin; Koma Çiyayê Mîra, endama Kevana Zêrîn a Şehbayê Denîz, hunermend Xelîl Can ji Kobanê, ji pêkhateya Ereb hunermend Elî Emîr, her wiha Komên Navenda Çand û Hunerê ya taxê; Koma Zarokên Pêşerojê, Stêrk Efrîn, Yekîtiya Ciwanên Rojava, Şehîd Serhed a dîlanê derketin ser dikê. Her wiha şanoyên kurt ên girêdayî bandora neyînî ya teknolojiya li ser civakê û girîngiya perwerdekirina jinê hatin pêşandan.

Şahî bi gerandina  xelekên govendê li ber stranên Koma Yekîtiya Hunermendan bi dawî bû.

(şx)

ANHA