Li Minbicê agirê Newrozê hat pêxistin

Li Minbicê beriya niha bi çend kêliyan pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma "Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin" li Stada Beledî ya bajêr dest pê kir.

Li Minbicê agirê Newrozê hat pêxistin
Li Minbicê agirê Newrozê hat pêxistin
Li Minbicê agirê Newrozê hat pêxistin
Li Minbicê agirê Newrozê hat pêxistin
Li Minbicê agirê Newrozê hat pêxistin
Li Minbicê agirê Newrozê hat pêxistin
Li Minbicê agirê Newrozê hat pêxistin
Li Minbicê agirê Newrozê hat pêxistin
20 adar, 2019   09:55

MINBIC

Li Minbicê beriya niha bi çend kêliyan pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma "Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin" dest pê kir. Bi hezaran şêniyên bajarê Mibicê, endamên komîte, saziyên sivîl ên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Minbic û gundewarên wê, şandeyên ji herêmên Cizîr û Firatê, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cil û bergên xwe yên gelêrî tev li pîrozbahiyê bûn.

Li stadê wêneyên şehîdan, alên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, ala Hêzên Ewlekariya Hundrîn, alên Meclisa Jinan, Meclisa Ciwanan, her wiha pankartên bi nivîsa "Têkoşîna jinan di Newrozê de tê nûkirin" hatine daliqandin.

Di şahiyê de bi zimanên kurdî, erebî, tirkmenî û suryanî axaftin hatin kirin û bixêrhatina beşdaran hate kirin. Paşê kevokên aştiyê hatin firandin û dayikên şehîdan agirê Newrozê pê xist.

Tê payîn ku bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê axaftin werin kirin û stran û dîlanên folklorîk dê werin pêşkêşkirin.

(bx)

ANHA