Pêkhateyên Efrîn û Şehbayê: Bi yekîtiya xwe em ê dagirkeriyê bi dawî bikin

Şêniyên  kantonên Şehba û Efrînê tekez kirin ku bi hevgirtin û biratiya gelan dê Efrîn ji dagirkeriya Tirk rizgar bibe.

Pêkhateyên Efrîn û Şehbayê: Bi yekîtiya xwe em ê dagirkeriyê bi dawî bikin
21 adar, 2019   14:48

ŞEHBA

Pêkhateyên kantonên Efrîn û Şehbayê Kurd, Ereb, Tirkman û Ermen beşdarî şahiya Newrozê ya îsal li kantona Şehbayê pêkhat, bûn.

Şêniyên kantonan ji ajansa me re axivîn. Şêniyan tekez kirin ku bi hevgirtina xwe dê Efrîn ji dagirkeriya Tirk rizgar bikin.

Şêniya bi navê Fatme Hesen ji pêkhateya Ereb a kantona Şehbayê peyamek da dagirkeriya Tirk û got: Bi giyana biratiya gelan em Newrozê pîroz dikin. Newroz dê bibe minbera pêkanîna serkeftinên li dijî dagirkeriyê.”

Şêniyê bi navê Sebrî Hisên ê ji pêkhateya Tirkman jî destnîşan kir ku Newroz ji tevahiya gel re cejn e, ji ber wê gel bi hev re pîroz dikin, agirê azadiyê vêdixin û yekîtiya xwe tekez dikin.

Şêniyê bi navê Diyar Xadan ê Xiristiyan, Newroz li tevahiya gelên yekgirtî pîroz kir û diyar kir ku ji bo rizgarkirina Efrînê dê gelên herêmê yekîtiya xwe ava bikin.

Xedan got: “Dagirkeriya Tirk peykerê Kawayê Hesinkar bi armanca qirkirina dîroka gelê Kurd hilweşand. Dagirkerî nikare dîroka gelê Kurd qir bike û agirê Newrozê di her malek Efrînî de hatiye vêxistin.”

(şx)

ANHA