Şahiya Newrozê ya Şehbayê dest pê kir

Çalakiyên şahiya Newrozê ya kantona Şehbayê bi pêxistina agirê Newrozê dest pê kir.

Şahiya Newrozê ya Şehbayê dest pê kir
Şahiya Newrozê ya Şehbayê dest pê kir
Şahiya Newrozê ya Şehbayê dest pê kir
Şahiya Newrozê ya Şehbayê dest pê kir
Şahiya Newrozê ya Şehbayê dest pê kir
Şahiya Newrozê ya Şehbayê dest pê kir
Şahiya Newrozê ya Şehbayê dest pê kir
Şahiya Newrozê ya Şehbayê dest pê kir
Şahiya Newrozê ya Şehbayê dest pê kir
Şahiya Newrozê ya Şehbayê dest pê kir
Şahiya Newrozê ya Şehbayê dest pê kir
Şahiya Newrozê ya Şehbayê dest pê kir
21 adar, 2019   10:13

ŞEHBA

Bi dirûşma "Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin" şahiya Newrozê ya kantona Şehbayê bi beşdarbûna hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermen û hemû saziyên sivîl û partiyan dest pê kir.

Şahî li gundê Elûşê li navçeya Ehdas pêk tê. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên Berxwedana Serdemê, wêneyên Leyla Guven û çalakvanên greva birçîbûnê, alên YPG û YPJ`ê û çiqilên zeytûnê hatiye xemilandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, malbatên şehîdan ên kantonên Şehba û Efrînê agirê Newrozê pê xist û dirûşmên silavkirina Newrozê û berxwedana gel berz kirin.

Şahî bi guhdarkirina nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Newrozê, dewam dike.

(jo)

ANHA