Mihbaş: Yên ku li Kobanê bi ser ketin, dê Efrînê jî rizgar bikin

Ebdilhamid Mihbaş di Newroza Kobanê de axivî û diyar kir ku Newroz firsendek e ku gelê Sûriyê li hev kom dike û wiha got: "Em kêfxweşiya cejnê di dilê xwe de dijîn lê birîna Efrînê û hemû xaka Sûriyê  ya ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, em ji bîr nakin."

Mihbaş: Yên ku li Kobanê bi ser ketin, dê Efrînê jî rizgar bikin
Mihbaş: Yên ku li Kobanê bi ser ketin, dê Efrînê jî rizgar bikin
Mihbaş: Yên ku li Kobanê bi ser ketin, dê Efrînê jî rizgar bikin
Mihbaş: Yên ku li Kobanê bi ser ketin, dê Efrînê jî rizgar bikin
Mihbaş: Yên ku li Kobanê bi ser ketin, dê Efrînê jî rizgar bikin
21 adar, 2019   13:25

KOBANÊ

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdilhamid Mihbaş beşdarî şahiya Newroza Kobanê bû û Newroz li gelê Kurd û giştî Sûriyê pîroz kir.

Mihbaş wiha got: "Ev cejn pira civakî û wijdanî di navbra pêkhateyên civaka Sûriyê de ye, şahiya Newrozê firsenda kombûna gel e, meşaleya Newrozê beriya 2 hezar û 600 salan li dijî zilmê dest pê kir û bû kevirê sereke yê çanda berxwedanê ji gelan re."

Mihbaş wiha dewam kir: "Bi saya berxwedana gel a Kobanê “destana DAIŞ’ê û terorê” şikest û teror têk birin."

Her wiha Mihbaş diyar kir ku îro Newrozê pîroz dikin û kêfxweş in, lê birîna Efrînê di dilê wan de ye, lê baweriya wan heye ku yên duh bi ser ketin dê îro jî bi ser bikevin.

‘Em Newrozê pîroz dikin û DAIŞ`ê têk dibin’

Mihbaş destnîşan kir ku QSD li Baxozê serkeftinên mezin pêk tîne û wiha domand: "Em îro vê boneya dîrokî pîroz dikin û terorê têk dibin, bi saya QSD`ê teror têk çû."

Ebdilhamid Mihbaş wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Van hêzan 10 hezar şehîd dan, ji ber vê yekê em soz didin şehîdan em ê li ser rêya wan bimeşin û parastina destkeftiyan bikin."

ANHA