Newroza Qamişlo bi dawî bû

Di pîrozbahiya Newroza Qamişlo de axaftin gelek hatin kirin. Di axaftinan de Newroz li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat pîrozkirin. Her wiha diyar kirin ku Newroza îsal Newroza azadî û aştiyê ye.

Newroza Qamişlo bi dawî bû
Newroza Qamişlo bi dawî bû
Newroza Qamişlo bi dawî bû
Newroza Qamişlo bi dawî bû
Newroza Qamişlo bi dawî bû
Newroza Qamişlo bi dawî bû
21 adar, 2019   13:18

QAMIŞLO

Îro di saetên sibê de bi hezaran şêniyên Qamişlo berê xwe da cihê pîrozbahiyê yê li gundê Hîmo. Her kes bi cilên xwe yên gelêrî tev li şahiyê bû, her wiha pêkhateyên Ereb û Suryan jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Hêzên Asayîşê û Hêzên Parastina Civakî parastina cihê pîrozbahiyê kir. Destpêkê agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate pêxistin.

Di pîrozbahiyê de ji Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif axivî û diyar kir ku Newroza îsal Newroza gelê ku baweriya wan bi demokrasiyê tê.

Paşê dîlan û stranên gelêrî ji aliyê komên ku beşdarî pîrozbahiyê bûbûn ve hatin pêşkêşkirin.

Bi navê Saziya Piştgiriya Gelan Bêrîtan Asiya axivî û diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê demê de di kêliyên dîrokî û hesas re derbas dibe, ew jî kêliyên serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ`ê ye.

Her wiha pêkhateya Suryan peyama pîrozbahiyê ji bo Newrozê da. Di peyamê de diyar kirin ku gelê herêmê di qonaxeke dîrokî re derbas dibe û Newroz li tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha li şervanên QSD`ê pîroz kir.

Di dawiyê de xelekên dîlanan hatin gerandin û stranên gelêrî hatin pêşkêşkirin.

(bx)

ANHA