Li Dêrazorê erebeyeke bombebarkirî û mayinek hatin bêbandorkirin

Tîmên taybet ên vekirina mayinan, erebeyeke bombebarkirî ku ji bo teqînê amade bû, li ser rêya gundê El-Şehîl ê Reqayê li rojhilatê Dêrazorê vekir û mayin bê bandor kirin. Her wiha hin kesên gumanbar hatin desteserkirin.

21 adar, 2019   12:13

DÊRAZOR

Li ser agahiya yek ji sivîlan ku erebeyeke gumanbar li kêleka rêya gundê El-Şehîl ê girêdayî bajarokê Besîra li xeta rojhilatê Dêrazorê dît, Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe da cihê bûyerê û dever dorpêç kir.

Tîmên endezyariyê dest bi lêkolînê kir û dît ku ew erebe ji bo teqandinê amade ye û dest bi vekirina wê kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, piştî lêkolînan hin kesên gumanbar girtin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn û tîmên endezyariyê mayin vekirin û bê bandor kirin.

Her wiha yek ji sivîlên li gundê El-Casim li gundê bakurê Dêrazorê agahî da ku mayinek li nêzî mala wî û çend malên din li gund heye. Li ser vê yekê dewriyeyên hevpar ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û yekîneyên endezyariya mayinan berê xwe da gundê El-Casim.

Piştî ku tîmên taybet ên pispor cih dorpêç kir, mayina li nêzî malên gund dît û bê bandor kir.

ANHA