Îlham Ehmed: Hewldanên me dê Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin

Îlham Ehmed got bidawîbûna dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê nêzîk e û tekez kir ku hewldanên wan ên siyasî, dîplomatîk û leşkerî, piştî bidawîbûna DAIŞ`ê dê Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin.

Îlham Ehmed: Hewldanên me dê Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin
21 adar, 2019   11:37

ŞEHBA

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed ku beşdarî şahiya Newrozê ya kantona Şehbayê bû, Newroz li hemû şêniyên Efrîn, Şehba û cîhanê û bi taybet Berxwedana Serdemê ya şêniyên Efrînê pîroz kir.

Îlham Ehmed got girêdana şêniyên Efrînê bi rêgezên xwe û serî netewand û parastina nasnameya xwe, hemû cîhan matmayî hiştin, êdî cîhan berxwedana wan dike mînak. Îlham Ehmed destnîşan kir ku binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê ji kiryar û siyasta DAIŞ`ê li Sûriyê ne cuda ye, ji ber ku DAIŞ bi hişmendiya dagirker tev digere.

Îlham Ehmed têkçûna DAIŞ`ê li hemû cîhanê pîroz kir û got QSD bi hevgirtina gelan dê serkeftinên mezin li dijî zîhniyeta dîktator pêk bîne.

Di berdewama axaftina xwe de Îlham Ehmed bi bîr xist ku sala beriya zayînê 612’an bi tifaqa gelan û fermandarên zarokên Medî zilm û zordarî hate şikandin û 21`ê Adarê rojeke nû ya azadî û serkeftinê ye ku îro jî DAIŞ’a ku ji aliyê Tirkiyê ve  tê birêvebirin, têk çû û bidawîbûna DAIŞ`ê Enqereyê dihejîne.

Îlham Ehmed diyar kir Leyla Guven ku ev 134 roj e di greva birçîbûnê de ye, dagirkerina dewleta Tirk ji Efrînê re red kir, ji ber wê yekê hate binçavkirin, niha jî di greva xwe de berdewam e. Îlham Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hewldanên me yên siyasî, dîplomatîk û leşkerî, piştî tunekirina DAIŞ`ê dê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin.”

(jo)

ANHA