Leyla Guven: Em ê teqez bi ser bikevin

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 134 roj e di greva birçîbûnê de ye. Leyla Guven ji bo pîrozbahiya Newroza Amedê peyamek şand û wiha got: "Em ê teqez bi ser bikevin.”

Leyla Guven: Em ê teqez bi ser bikevin
21 adar, 2019   11:02

NAVENDA NÛÇEYAN 

Hevseroka KCD'ê û parlementera HDP’ê ya Culemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe, 134 roj e di greva birçîbûnê de ye.

Leyla Guven ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên Amedê peyamek şand. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dêrsim Dag peyama Leyla Guven xwend. Dag, bang li sed hezaran kir û wiha got: "Me silavên Leylayê ji we re anîne. Me berxwedan ji we re aniye. Berxwedan teqez dê bi ser bikeve.”

Dêrsim Dag peyama Leyla Guven a Newroza Amedê xwend. Peyama Leyla Guven wiha ye:

"Silav Amed, silav paytexta Berxwedanê,

Silav dayikên canfeda, ciwanên leheng!

Ez we hemûyan bi rihê berxwedana zindanan hembêz dikim. Gelê me yê hêja, Newroz destpêka biharê, vejîna azadiyê ye. Newroz li zindanan qîrina Mazûm, li bircên Amedê govenda Zekiyeyê, li derveyê welat meşaleya Ronahî û Rahşanê ye. Niha jî Newroza Mazlûmê serdemê Zulkufê leheng e. Lewma navê Newroza 2019’an Zulkuf Gezen e.

Hevalino, hevalê Zulkuf şehîdê pêngava berxwedanê ye û bi rihê berxwedanê rêya me ronî kiriye. Ez bejna xwe li ber şehadeta wî ditewînim. Gelê me yê heja û leheng, ez dibêjim serkeftin pir nêzîk e. Va ye bihar hat. Em ê di sala 2019’de tecrîdê bişikînin û gelê xwe azad bikin. Ez dibêjim bila tevahiya cîhanê bizane ku em jiyaneke di nav tecrîdê de napejirînin û em ê bi berxwedana xwe sala 2019’an bikin sala Kurd û Kurdistanê.

Bi vê rih û baweriyê silavên xwe ji we re dişînim û bi dil û can Newroza we pîroz dikim. Newroz pîroz be. Em ê teqez bi ser bikevin.”