Agirê Newroz li Reqayê jî piştî demeke dirêj pê ket

Bi dirûşma "Bi rihê Newrozê em ê herêmên dagirkirî yên Sûriyê rizgar bikin" çalakiyên Newrozê yên bajarê Reqayê bi beşdariya bi hezaran şêniyên bajarên Reqa, Tebqa û Dêrazorê dest pê kir.

Agirê Newroz li Reqayê jî piştî demeke dirêj pê ket
21 adar, 2019   10:36

REQA

Îro di seatên sibehê de, bi hezaran şêniyên bajarên Reqa, Tebqa û Dêrazorê berê xwe da qada şahiyê ya li gundên bakurê Reqayê da ku cara yekemîn Newrozê pîroz bikin.

Newroza herî dawî di sala 2011`an de li Reqayê hatibû pîrozkirin û piştî dagirkeriya Reqayê ji aliyê komên çete ve, hate qedexekirin. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Reqa di 20`ê Cotmeha sala 2017`an de ji DAIŞ’ê rizgar kir. 

Li cihê şahiyê pankartên "Bi rihê jinên azad em Newrozê pîroz dikin" û "Meşaleya Newrozê rêya azadiyê ronî kir" hatine daliqandin.

Piştî ku agirê Newrozê hate pêxistin, deqeyekê rêz hate girtin. Tê payîn ku gelek axaftin bên kirin. Şahî bi pêşkêşkirina stran û şanoyan dewam dike.

(jo)

ANHA