Parêzerên Ocalan cara 800'î serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin cara 800'î serlêdan kirin.

Parêzerên Ocalan cara 800'î serlêdan kirin
21 adar, 2019   10:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Raziye Tûrgût, Serbay Koklu, Mazlûm Dînç ji bo karibin hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin cara 800'î serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve rejîma AKP'ê bi bahaneyên "rewşa nebaş a hewayê", "xerabûna keştiyê" û "Rewşa Awarte" destûra hevdîtina bi Ocalan re nade parêzeran.