McGurk Newroz li Kurdan pîroz kir: Em hemû deyndarên wan in

Brett McGurk nameyeke pîrozbahiyê bi boneya Newrozê ji gelê Kurd re û bi taybet gelê Kurd ê li Bakurê Sûriyê re şand.

McGurk Newroz li Kurdan pîroz kir: Em hemû deyndarên wan in
21 adar, 2019   09:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li gel Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê Brett McGurk vê sibê li ser Twittera xwe tweetek weşand û tê de got "Newroz li Kurdên her derê pîroz be."

McGurk di tweeta xwe de wiha got: "Hêviya me heye ku îsal bibe sala aramî û ewlehiyê ji bo gelê Kurd, em hemû deyndarên wan in."

McGurk gelek caran serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye û têkiliyên xwe bi gelê Kurd re hene û ji ber biryara vekişandina hêzên kaolîsyonê îstîfaya xwe ya erka xwe ya şêwermendiya DYA’yê da.

(jo)