Li Kabûlê teqîn: 6 mirî, 23 birîndar

Li paytexta Afganistanê Kabûlê teqîn pêk hatin. Rayedaran diyar kir ku ji ber teqînan 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 23 kes birîndar bûn.

Li Kabûlê teqîn: 6 mirî, 23 birîndar
21 adar, 2019   08:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Associated Press nûçeya xwe spart rayedarên Afganistanê û diyar kir ku 3 teqîn li rojavayê Kabûlê, dema ku gel kom bûbû da ku cejna Newrozê pîroz bike, pêk hatin.

Her wiha li gorî Ruetersê jî berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Afganistanê wiha got: "Îro gelek teqîn li Kabûlê pêk hatin, di encama wê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 23 kes birîndar bûn."

Wezareta Parastinê diyar kir ku polîsan êrîşkar desteser kirin û derdora herêmê girt.

(jo)