Îsraîl welatiyekî din ê Filistînê qetil kir

Artêşa Îsraîlê êv êvarê li Difaya Rojava ciwanekî Filistînê qetil kir û 3 ciwanên din jî birîndar kirin. Serokê Tevgera Hemasê Îsmaîl Heniyê got, Xeza ji bo meşeke mezin xwe amade dike û divê Îsraîlê ambargoya li ser Xezayê rake.

Îsraîl welatiyekî din ê Filistînê qetil kir
20 adar, 2019   22:05

XEZA

Wezareta Tenduritiyê ya Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê li Difaya Rojava ciwanekî Filistînê 26 salî qetil kir û hin din jî birîndar kirin, di nav de rewşên giran e.

Çavkaniyên Filistînê jî gotin, artêşa Îsraîlê gule li erebeya wê ciwanî berdan dema ku di benda kontrolê ya Îsraîlê  re derbas dibû û ew qetil kir. Lê Îsraîlê li ser vê bûyerê tu agahî neda.

Nûçegihanê me jî diyar kir ku Îsraîlê di nava 24 saetên dawî de 4 Filistînî qetil kir û vê sibehê jî 3 ciwan birîndar kirin.

Serokê Buroya Siyasî ya Tevgera Hemasê Îsmaîl Heniyê nameyek ji Îsraîlê re şand û got: " Xeza ji bo meşeke mezin di 30‘yê vê mehê de xwe amade dike, ku salvegera meşe mezin a vegerê û şikandina ambargoyê ye. Em ji Îsraîlê re dibêjin em çare an nêvî qebûl nakin û bila ambargoya li ser Xezayê rake."

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ji destpêka çalakiyên Meşa Mezin a Vegerê 300 Filistînî jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 29 hezarî jî birîndar bûne.

ANHA