Bi wesîleya Newrozê diyarî pêşkêşî dayik û hevjînên şehîdan kirin

Bi boneya Cejna Newrozê,  Buroya Jin a Şaredariya Gel a Reqayê diyarî li dayik û hevjînên şehîdan belav kir.

Bi wesîleya Newrozê diyarî pêşkêşî dayik û hevjînên şehîdan kirin
20 adar, 2019   16:30

REQA

Piştî 5 salan cara yekê ye ku pêkhateyên Reqayê amadekariyên pîrozbahiya Cejna Newrozê dikin.

Ji bo bîranîna şehîdan Buroya Jin a Şaredariya Gel a Reqayê diyarî pêşkêşî dayik û hevjînên şehîdan kir.

Girêdayî vê gave endama Buroya Jin Ewatêf Mihemed got: " Em Newrozê li tevahiya dayik û hevjînên şehîdan dikin û ji wan re dibêjin cejna we pîroz be û bêyî fedakariyên şehîdan ewlehiya ku îro em di nav de ne, ne pêkan bû."

(şx)

ANHA