Şehîdên komkujiya Newroza Hesekê hatin bi bîranîn

Malbatên Şehîdan ên bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiya ku çeteyên DAIŞ‘ê di 20‘ê Adara 2015‘an de li dijî pîrozbahiya Newrozê ya bajarê Hesekê pêk anî bû, bi bîr anî. Malbatên şehîdan gotin, îradeya gel bi teqez wê bi serkeve.

Şehîdên komkujiya Newroza Hesekê hatin bi bîranîn
20 adar, 2019   16:16

HESEKÊ

Çeteyên DAIŞ‘ê êvara 20‘ê Adara 2015‘an du êrîşên xwekujî li dijî pîrozbahiyên Newrozê li taxa Miftî ya bajarê Hesekê pêk anîn. Di encamê de bi dehan kes şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê îro bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiyê bi bîr anîn û gotin, mişeleya Newrozê ku 612 sal beriya mîladê li hemberî zulm û desthildariyê vêket wê tu carî netefe.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan kesî li cihê komkujiyê ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Rewa Hisên ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de " Komkujiya ku barbar û terorîstên bê mirovî yên ji Cebhet El-Nusra û hêzên tarî yên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin, pêk anîbûn, armanc jê ew bû ku jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de xirab bikin û ewlehiya herêmê têk bibin, her wiha ji bo ku tirsê di nav gel de belav bikin û çanda gel qir bikin û Newrozê ji wateya wê ya şoşregerî derxînin."

Di daxuyaniyê de êrîşa li dijî pîrozbahiya Newrozê wekî berdewama komployên li dijî îradeya pêkhateyên herêmê yên xwedî projeya aştiyê hate bi navkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de, şehîdên Newrozê û hemû şehîdên Berxwedana Serdemê hatin bi bîranîna û wiha hate domandin: "Em komployên qirêj ên li dijî ewlehiya Efrînê û bêdengiya raya giştî ya li hemberî kiyarên hovane li dijî gelê me şermezar dikin. Em dibêjin ku mişeleya Newrozê ya ku 612 sal beriya zayînê li dijî zulm û desthilatdariyê vêketî wê tu carî netefe. Desthilatdariya Tirkiyê her çendî xwestin vê yekê bikin lê Mezlûm Dogan, Zekiya, Rehîşan û Bêrîvan bi benda xwe vejandin."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotoin: "Ji niha û şûnde bi fikrê Rêber Ocalan wê agirê Newrozê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gûr bibe û dijmin bişewîtine. Em ji cîhanê re diyar dikin ku îradeya gel bi teqez wê bi serkeve."

(bb)

ANHA