Ji Leyla Guven peyama Newrozê

Leyla Guven ku ev 133 roj e di greva birçîbûnê de ye, ji bo Newrozê peyamek da. Leyla Guven di peyama xwe de wiha got: ''Navê Newroza îsal Zulkuf Gezen e. Em heval Zulkuf ku piştî 12 salan vegeriya ser xaka xwe, li qadên Newrozê, silavên xwe lê bikin.

Ji Leyla Guven peyama Newrozê
20 adar, 2019   12:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Culemergê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe ev 133 roj e di greva birçîbûnê de ye. Leyla Guven li ser hesabê xwe yê Twitterê bi minasebeta Newrozê peyamek weşand.

Peyama Newrozê ya Leyla Guven wiha ye:

''Gelê hêja yê Amedê, dîrokê Newrozên we yên ku we pê dîrok nivîsiye, ji bîr nekiriye. Belê Amed! Navê Newroza îsal Zulkuf Gezen e. Em heval Zulkuf ku piştî 12 salan vegeriya ser xaka xwe, li qadên Newrozê silav bikin. Ez ê bi dil û rihê xwe li wir bim. Hûn jî li qadê bibin bedena min”.