Li Zelandaya Nû cenazeyên qurbaniyan tên veşartin

Îro hikumeta Zelandaya Nû cenazeyên 2 kesên ku di encama êrîşa li ser mizgeftê ya roja înê de hatibûn kuştin, veşartin. Di êrîşa li dijî mizgeftê de 50 welatiyên misilman ê Zalandaya Nû jiyana xwe ji dest dabû.

Li Zelandaya Nû cenazeyên qurbaniyan tên veşartin
20 adar, 2019   12:44

NAVENDA NÛÇEYAN

AFP’ê ragihand ku bi sedan kes îro di merasîma oxirkirina 2 cenazeyên qurbaniyên êrîşa Christchurchê ya Zelandaya Nû ku 50 kes lê hatin kuştin, beşdar bûn.

Der barê kuştiyan de polîsan diyar kir ku heta şeva din tenê nasnameyên 21 ji kuştiyan hatine nasîn. Serokwezîra Zelandaya Nû Jacinda Ardern soz da ku dê der barê kesên çekan radikin de zagonên hişk bên derxistin û wiha got: "Dê edalet ji bo malbatên kuştiyan pêk bê.”

Jacinda Ardern ji bo komkujiya di mezgeftê de ku di ser re hefteyek derbas bûye, 2 deqe rêz girt. Ji wê jî zêdetir li ser radyo û televîzyonê azan (bang) zindî hate weşandin.

Jacinda Ardern di axaftina ya xwe îro li civîna çapemeniyê ya li bajarê Christchurchê de li dar ket, wiha axivî: "Ez dizanim ku hewldana pir kesan ji bo piştevaniya welatiyên misilman bikin dema bên mizgeftê, nemaze roja înê, heye. Her wiha hêvî û hewldana gelê Zelandaya Nû ya vejandina derbasbûna hefteyekê di ser bûyera terorîstî re, heye.”

Di dawiyê de serokwezîr Jacinda Ardern  raber kir ku li gel hewldan û hêviyên gel dê 2 deqe rêzgirtin ragihînin û li tevahî welêt li ser televîzyon û radoyoyên nîştimanî azana zindî biweşînin.

(fr)