Li Baxoza biçûk şerekî dijwar pêk tê- HAT NÛKIRIN

Di van kêliyan de li Baxoza biçûk herêma herdî dawîn di destê çeteyan de a başûr rojhilatê Baxozê ya li ser sînorê di navbera Sûriyê û Iraqê de di navbera şervanên QSD`ê û çeteyan de şerekî dijwar rû dide û hejmarek ji çeteyên DAIŞ`ê li derdora kampa Baxozê xwe radestî şervanên QSD`ê dikin.

Li Baxoza biçûk şerekî dijwar pêk tê- HAT NÛKIRIN
20 adar, 2019   08:40

DÊRAZOR

Nûçegihanê me ku şerê li herêmê dişopîne, ragihand ku di van kêliyan de di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de li quntarê girê Baxozê yê başûrê Baxozê, şerekî dijwar rû dide.

Her wiha nûçegihanê me diyar kir ku tîmênê taybet ên QSD`ê girtin ser Baxoza Biçûk û destnîşan kir ku hejmareke ji çeteyên DAIŞ`ê li derdora kampa Baxozê xwe radesdtî QSD`ê dikin.

Nûçegihanê me diyar kir ku Baxoza biçûk herêma herdî dawîn a di destê çeteyan de ye. Her wiha teqez kir ku şervanên QSD`ê li herêmê bi pêş de diçin û şerekî dijwar didome.

(bx)

ANHA