Serokê Çekyayê: Tirkiye hevkara DAIŞ’ê ye

Serokdewletê Çekyayê Milos Zeman got Tirkiye piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ’ê û ji bo piştgiriya wan gelek operasyonên lojîstîk pêk anîn.

Serokê Çekyayê: Tirkiye hevkara DAIŞ’ê ye
20 adar, 2019   08:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokdewletê Çekyayê Milos Zeman li bajarokê Vintirov ê rojavayê welatê xwe axaftinek kir. Di axaftina xwe de Zeman li ser pirseke rojnamevan a der barê Tirkiyê de wiha got: “Ma çima êrîşî Kurdan dikin? Ji ber ku bi awayekî fiîlî hevkarên DAIŞ’ê ne.”

Her wiha Zeman ji kanaleke televîzyonê ya Çekyayê re jî axivî û di heman mijarê de wiha got: “Dema ku DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê gelek dever dagir kirin, dihate zanîn ku Tirkiyê ji bo desteka çeteyên DAIŞ’ê, ji operasyonên lojîstîk re navberkarî dikir. Heke mirov bi awayekî vekirî bibêje; ev operasyon ji bo petrol û hin tiştên din ên wekî wê, dihatin kirin.”