Li Baxozê 7 êzidî hatin rizagarkirin

Şervanên QSD’ê duh 7 êzidî li Baxozê ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Kesên hatine rizgarkirin 5 jê jin û 2 jî zarok in.

Li Baxozê 7 êzidî hatin rizagarkirin
20 adar, 2019   08:57

DÊRAZOR

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di çarçoveya Şerê Tunekirina Terorê de li bajarokê Baxozê yê Dêrazorê şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê didomînin. Duh jî şervanên QSD’ê 5 jê jin û 2 jî zarok, bi giştî 7 êzidî ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. 

Şervanên QSD’ê, sivîlên rizgarkirî veguhestin herêmên ewle. Ji fermandarên QSD’ê Aryen Cûdî, bi zarokekî êzidî re li ser girê Baxozê sohbet kir û dûre bi sivîlên rizgarkirî re heta herêma ewle çû. Dîmenên vê yeke jî ketin ber kadrajên rojnamegeran.

Navên sivîlên hatine rizgarkirin, wiha ne: Pakîze Mehal Heso (30 salî, ji gundê Koço yê Şengalê), Xevla Îsmaîl Xwedêda (19 salî, ji gundê Koço), Emîne Xalo Îzir (44 salî, ji gundê Koço), Şamil Îsmaîl Xwedêda (15 salî, ji gundê Koço), Solîn Suleyman (17 salî, ji gundê Koço), Xunav Xidir Adim (32 salî, ji gundê Koço), Aydîn Hedît Tala (12 salî ji gundê Hırdan ê Şengalê).