Serokwezîrê Iraqê: Rewşa Şengalê hatiye kontrolkirin

Piştî ku artêşa Iraqê gule li erebeyeke hêzên YBŞ’ê reşandin û di encamê de 2 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn, rêveberiya Şengalê û ya Bexdayê civînek li dar xist. Duh serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî eşkere kir ku rewşa Şengalê kontrol kirine.

Serokwezîrê Iraqê: Rewşa Şengalê hatiye kontrolkirin
20 adar, 2019   07:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî duh êvarê di civîna xwe ya heftane de diyar kir ku rewşa Şengalê hatiye kontrolkirin û tişta pêwîst kirine.

Di 17'ê Adarê de dema wesayîteke şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) di nuqteyeke artêşa Iraqê re derbas dibû, artêşa Iraqê wesayît gulebaran kir. Di encamê de 2 şervanên YBŞ'ê şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn. Piştî êrîşê di navbera rêveberiya Şengalê û Bexdayê de civînek pêk hat.

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kiribû ku ev êrîş ji aliyê komên provokator ve hatiye kirin û wiiha gotibû: “Em bawer in ku dê artêşa Iraqê jî helwesteke erênî nîşan bide. Ev provokator nagihîjin armanca xwe û em bawer dikin ku ev bûyer dê di navbera me û artêşa Iraqê de hevsengiyeke bihêztir çêke.”