Sekinîna li dijî pişaftinê cureyek ji berxwedanê ye

Parastina çand û zimanê dayîkê cureyek ji berxwedana li dijî dagirkeriyê ye. Rêveberiya Kantona Efrînê hewl dide ku bi rêya pêşxistina çand û perwerdeyê li hemberî pişaftinê bisekine.

Sekinîna li dijî pişaftinê cureyek ji berxwedanê ye
Sekinîna li dijî pişaftinê cureyek ji berxwedanê ye
Sekinîna li dijî pişaftinê cureyek ji berxwedanê ye
Sekinîna li dijî pişaftinê cureyek ji berxwedanê ye
Sekinîna li dijî pişaftinê cureyek ji berxwedanê ye
Sekinîna li dijî pişaftinê cureyek ji berxwedanê ye
Sekinîna li dijî pişaftinê cureyek ji berxwedanê ye
Sekinîna li dijî pişaftinê cureyek ji berxwedanê ye
20 adar, 2019   05:51

ELÎ KEDRO-XANDÎ ELO/ŞEHBA

Şer, koçberî û komkujî ji qonaxên krîtîk ên di dîroka gelan de ne. Di wan şertan de  dijmin hewl dide bi rêya komkujiyan gelan qir bikin bi vê yekê çanda gelan winda bike. Dewleta Tirk a dagirker bi vê armancê bi awayekî hovane êrîşî Efrînê kir û şêniyên wê dan koçberkirin.

Lê rewş li herêmên Şehbayê bi taybet di nav kampên şêniyên Efrînê de cuda ye. Desteya Çand û Hunerê û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Efrînê kamp veguherandin minberên runiştandina cihê parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî. Ev jî bû yek ji rêbazên berxwedanê li dijî dagirkeriya Tirk.

Dagirkeriya Tirk di êrîşên xwe yên li ser Efrînê de, bi zanabûn minberên çandî û perwerdehiyê weke navendên çand û huner, dibistan û zanîngehan kirin hedef. Her wiha siyasetên xwe yên asîmlekirinê bi rêya qedexekirina zimanê Kurdî di nav dibistanan de û ferzkirina her du zimanên Erebî û Tirkî dimeşîne.

Şêniyên Efrînê yên bi darê zorê ji warên xwe hatin derxistin, berê xwe dan kantona Şehbayê ya nêzî bajarê xwe. Ji bo berxwedana li dijî dagirkeriyê û têkoşîna ji bo vegera Efrînê li herêma Şehbayê dimînin.

Di çarçoveya şert û mercên koçberiyê û jiyana di nav kampan de, rewş ji bo pêkanîna planên pişaftinê guncaw kir. Lê Rêveberiya Efrînê tedbîrên pêwîst girtin û ew şert veguherandin minberekê ji bo xurtkirin û runiştandina çand û zimanê Kurdî.

Desteya Çand û Hunerê û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li kantona Şehbayê ji bo birêxistinkirina tevgera çandî û perwerdê hewldanên bê hempa kirin.

Bi vê mebestê Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê komên hunerî yên taybet bo zarokan ava kirin da ku fêrî çanda xwe bibin û wê biparêzin.

Di dirêjahiya salekê de ji koçberiyê 12 komên govendê ku hejmara endamên her komekê digihije 10 kesî, 14 komên stran ku hejmara endamên her komekê 9 in tevî 4 komên şano ku hejmara her komekê digihije 10 û komek helbestan ku ji 6 endaman pêk tê hatine avakirin.

Ew kom heftane perwerdeyên xwe dibînin. Di dema perwerdeyê de endamên koman hewl didin afrînariyên xwe her komek di warê xwe de pêş bixin. Bi vê yekê rolek di xurtkirina tevgera çandî, pêşxistin û parastina wê de dilîzin.

Derbarê warê perwerdehiyê de 13 hezar û 130 xwendekar xwendina xwe di nav 65 dibistanên kantona Şehba û navçeya Şêrawayê de berdewam dikin. Ew zarok ji bo parastina zimanê dayîkê vegerînin daniştokên xwendinê.

‘Me dest ji çanda xwe berneda’

Girêdayî mijarê xwendekara asta navîn Hêva Haşim axivî û got: "Li Efrînê gelek gavên mezin ji bo pêşxistina zimanê dayîkê hatin avêtin. Lê dewleta Tirk a dagirker ew tişt qebûl nekir, ji ber wê di êrîşên xwe de dibistan kirin hedef û bi dehan xwendekar û mamoste şehîd bûn. Piştî êrîşan em hatin kantona Şehbayê, me carek din dibistanên xwe bi derfetên kêm vekirin da ku em fêrî zimanê dayîka xwe bibin. Wek xwendekar ji me tê xwestin ku em zimanê xwe ji windabûnê biparêzin û ji bo parastina wê em rola xwe bilîzin."

Zaroka bi navê Sêvîn Hebeş endama koma dîlanê ya navçeya Ehdas e. Sêvîn behsa komên hunerî yên taybet ji bo zarokan kir û wiha pê de çû: "Me behreyên xwe yên hunerî girêdayî çanda Kurdî li Efrînê pêk dîanîn, lê dewleta Tirk êrîşî me kirin û nexwest ku em çanda xwe pêş bixin. Di encama dagirkeriyê de em neçar man werin Şehbayê. Lê me dest ji çanda xwe berneda. Çand dîrok, şaristanî û hebûna me ye. Ji ber ku em pêşeroja civakê ne divê wek zarok em çanda xwe biparêzin."

(şx)

ANHA