Malbatên şehîdan: Bila dadgehek navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin

Malbatên şehîdan ên navçeya Til Hemîsê bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku dadgehek navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin da ku çeteyên DAIŞ`ê yê girtî werin darizandin.

Malbatên şehîdan: Bila dadgehek navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin
20 adar, 2019   06:20

ŞIHAB EL-EHMED/QAMIŞLO

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî domdar bi dewletên ku hemwelatiyên wan di nav DAIŞ`ê de, di destê rêveberiyê de ne, di nava têkiliyan de ye. Rêveberî dixwaze çeteyên DAIŞ’ê yên ku hemwelatiyên wan dewletanin radestî wan bikin.

Malbatên şehîdan ên herêma Cizîrê gotin, divê dadgehek navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo darizandin çeteyên DAIŞ’ê yên girtî were avakirin.

Mihemed Xelef Xilêwî bavê şehîd Azad (Xalid Xilêwî) yê ku di pêngavên  QSD`ê yên li dijî DAIŞ`ê de şehîd bûye got: "Şehîd Xalid û tevahiya şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rizgarkirina me ji terorê (DAIŞ`ê) canê xwe feda kirin. Bi saya wan herêmên me rizgar bûn.”

Mihemed Xilêwî bang li NY`î û rêxistinên mafên mirovan kir ku dadgehek navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin da ku çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de girtîne werin darizandin. Xilêwî got: “Ji ber ku li ser rêveberiyê bûne barek bi taybet piştî ku wan dewletan wergirtina hemwelatiyên xwe yên di nav DAIŞ`ê de red kirin.”

Birayê şehîd Zehra El-Xelef, Salih Mihemed El-Xelef destnîşan kir ku QSD`ê di şerên xwe yên li dijî DAIŞ`ê bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê girtine û niha di girtîgehên Rêveberiya Xweser  de ne. El-Xelef diyar kir ku bi saya keda şehîdan gelê herêmê bi serketin.

Şêniyê bi navê Ebdulezîz El-Ilêwî û bavê şehîd Mihemed Fatih El-Ilêwî yên ji gundê Xirbêt El-Naqa gotin: "Eger dewletên Ewropayê wergirtina hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î ku li gel Rêveberiya Xweser girtîne red dikin, divê dadgehek navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin da ku ew çete werin darizandin û xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji wan were pakkirin."

(şx)

ANHA