ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20.03.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20.03.2019
20 adar, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

-Şêniyên Efrîn û Şehbayê yên li kampa Serdemê  sersaxiyê ji malbata şehîda YPJ`ê re dixwazin. saet 12:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê şahiyên curbecur li dar dikevin û dayîkên şehîdan agirê Newrozê vêdixin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbatên şehîdan ên navçeya Til Hemîsê bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku dadgehek navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin da ku çeteyên DAIŞ`ê yê girtî werin darizandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi boneya Cejna Newrozê ya ku dikeve 21`ê Adarê her du pêkhateyên Kurd û Ereb piştî 5 salan amadekariyên pêşwazîkirina Cejnê dikin.

Pêkhateyên bajarê Minbicê bi dirûşmeya "Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişkînin û Efrînê rizgar bikin" pîrozbahiyên Newrozê li stada Beledî ya bajêr lidar dixin. saet 10:00`an (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne hêvî dikin ku Newroza îsal bikin Newroza serrkeftinê û azadiyê û tunekirina dagirkeriya Tirk li ser Efrînê.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Malbatên şehîdan ên navçeya Dirbêsiyê spasiya QSD'ê kirin ku çeteyên DAIŞ'ê şikandin .(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Endamê Desteya Çavdêriyê ya KCDK-E`yê Ehmed Hebeş got: "Divê welatên Ewropayê berpirsyariya xwe ya dîrokî di şerê li dijî DAIŞ'ê pêk bîne û welatiyên xwe yên ku tevlî DAIŞ bûne werbigire ji ber ku hebûna wan a  xeteriyeke mezin e li ser ewlehiya tevahî gelan e." (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeya Eyn Îsayê girêdayî şehîdxistina Zulkuf Gezen yê ku di greva biçîbûnê de bû, dê daxuyaniyekî bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Parastina çand û zimanê dayîkê cureyek ji berxwedana li dijî dagirkeriyê ye. Rêveberiya Kantona Efrînê hewl dide ku bi rêya pêşxistina çand û perwerdeyê li hemberî pişaftinê bisekine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA