Nêzî hezar çeteyî xwe li girên Baxozê asê kirine û QSD`ê di operasyona xwe de berdewam e

Fermendarê QSD`ê Ednan Efrîn got bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê xwe radestî QSD`ê kirine. Her wiha tekez kir ku derdora hezar çeteyî teslîm nebûn û xwe di nava girên Baxozê de veşartine. Şer li nuqteya dawîn a ku DAIŞ`ê berdewam e.

Nêzî hezar çeteyî xwe li girên Baxozê asê kirine û QSD`ê di operasyona xwe de berdewam e
19 adar, 2019   19:35

DÊRAZOR

QSD operasyona dawî ya Şerê Tinekirina Terorê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê didomîne. Piştî ku QSD`ê gelek nuqteyên stratejîk li kampa Bazoxê bi dest xistin bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê xwe radestî QSD`ê kirin.

Yek ji fermendarên QSD`ê Ednan Efrîn di daxuyaniyek taybet li gel ajansa me de tekez kir ku şer li derdora kampê berdewam e û QSD`ê gelek nuqteyên stratejîk ên di nav kampê de bi dest xistine.

Ednan tekez kir ku bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê vê sibehê xwe radestî QSD`ê kirin û bi sponseriya hêzan ji herêmên ewle re hatine veguhestin.

Derbarê hejmara çeteyên ku  li Baxozê de mane Ednan Efrîn wiha got: "Şer bi dijwarî berdewam e. Hêzên me hejmarek nuqteyên stratejîk bi dest xistin û pêngav berdewam e. Bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê xwe radestî QSD`ê kirin lê hîna derdora hezar çeteyî teslîm nebûne. Hêzên me operasyona xwe didomîne heya ku bi temamî çeteyan tune bike."

Ednan Efrîn destnîşan kir ku çeteyên mayî di nav xendekên ku li her du girên Baxozê yên stratejîk de kolandine xwe asê kirine û operasyonên leşkerî li dijî wan berdewam in.

(şx)

ANHA