Li Tirbespiyê Partiya Yekîtî panelek li dar xist

Li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo, Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê, li buroya partiyê panelek girêdayî rewşên siyasî yên dawîn û siyaseta partiyê li hember wan rewşan, lidar xist.

Li Tirbespiyê Partiya Yekîtî panelek li dar xist
Li Tirbespiyê Partiya Yekîtî panelek li dar xist
Li Tirbespiyê Partiya Yekîtî panelek li dar xist
19 adar, 2019   17:03

QAMIŞLO

Li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo, Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê, li buroya partiyê panelek girêdayî rewşên siyasî yên dawîn û siyaseta partiyê li hember wan rewşan, lidar xist. Bi dehan endamên partiyê beşdarî panelê bûn.

Panel bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endama rêveber a partiyê Zehiye Al Reşî axivî û behsa bûyerên bi êş ên gelê Kurd di meha Adarê de kişandine, bi taybet dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê bajarê Efrînê kir.

Pşitre endamê Komîteya Siyasî yê partiyê Reşîd Şaban girêdayî geşedanên siyasî yên dawîn axivî û destnîşan kir ku divê doza Kurd li Sûriyê tevî aloziya Sûriyê li gorî destûrek nû çareser bibe.

Di dawiyê de Şaban diyar kir ku dîrokek nû îro tê nivîsandin û wiha pê de çû: “YPG û YPJ`ê nûnertiya gelê Kurd kirin. Gelê Kurd tevî pêkhateyên din bi saya fedakariyên şehîdan rizgar bû.”

 Şaban bang li tevahiya partiyên siyasî yên Kurd kir ku ji berjewendiyên partitiyê yên teng dûrkevin û berjewendiya gelê Kurd bixin pêş.

(şx)

ANHA