Li quncikeke bi çûk ji Baxozê şer didome

Ji fermandarên QSD`ê Ednan Efrîn diyar kir ku li qucikeke biçûk ji Baxozê şer didome.

Li quncikeke bi çûk ji Baxozê şer didome
19 adar, 2019   13:16

DÊRAZOR

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Baxozê didome. Di vê çarçoveyê de ji fermandarên QSD`ê Ednan Efrîn diyar kir ku di quncikeke bi çûk ji Baxozê şer didome.

Ednan Efrîn teqez kir ku wan nuqteyên startîjîk di kampa Baxozê de girtine û ew nuqte niha di destê şervanên QSD`ê de ne.

(bx)

ANHA