`Xwîna Kurd û Ereban dê ji bo rizgarkirina Efrînê bikeve nav hev’

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi daxuyaniyekê tekez kir ku di pêngavên tunekirina terorê de xwîna gelê Kurd û Ereb kete nava hev û hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar kirin û dê careke din ji bo rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran, bikeve nav hev.

`Xwîna Kurd û Ereban dê ji bo rizgarkirina Efrînê bikeve nav hev’
19 adar, 2019   12:31

DÊRAZOR

Endamên Komîteya Perwerdeyê ya girêdayî Meclisa Dêrazorê çalakiyek ji bo salvegera dagirkirina Efrînê û piştgiriya şêniyên ku hîna di Berxwedana Serdemê de li ber xwe didin, li dar xist.

Endamên Komîteya Perwerdeyê li pêşiya navenda komîteyê li Cezratê li hev kom bûn da ku daxuyaniya ji bo dagirkirina Efrînê û piştgiriya şêniyên Efrînê ku li kantona Şehbayê dimînin, bidin.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Komîteya Perwerdeyê Kemal Musa ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî salekê bi derbasbûna dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê, em carake din soza berxwedanê û dewamkirina parastina xaka Sûriyê didin û dê dagirker jê derkevin û dê her hebeke zeytûnê lehengiyekî bîne.

Em wek mamosteyên Dêrazorê, em ê bi her awayekî terora Erdogan tune bikin, dema ku rêgeza biratiya gelan ku xwîna Kurd û Ereban kir nav hev, da ku terorê tune bike, dê careke din ji bo rizgarkirina Efrînê bixe nav hev û dîrok rehmê li dagirkeran nake û dê bi bin bikevin.”

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û silavkirina biratiya gelan bi dawî bû.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18`ê Adara 2018`an de, piştî şer û êrîşên giran ên ku 58 rojan dewam kir, bi hezaran şênî neçar man ku ji axa xwe koçî kantona Şehbayê bikin da ku komkujî li ser wan de pêk neyên.

(jo)

ANHA