Meclisa Rêveber: Em ê Newrozê bikin roja destpêkirina azadî û demokrasiyê

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Newrozê nameyek ji şêniyên li herêmên rêveberiyê re şand û soza domandina rêya berxwedanê heta bicihkirina îstiqrarê li Sûriyê û herêmê da.

Meclisa Rêveber: Em ê Newrozê bikin roja destpêkirina azadî û demokrasiyê
19 adar, 2019   11:24

GIRÊ SPÎ

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nameyek ji gelên herêmê re şand û soza domandina rêya berxwedanê da û got cejna Newrozê dê bibe roja destpêka ber bi azadî û demokrasiyê ve.

Name wiha ye:

"Soza berxwedanê nû bikin û Newroza 2019`an bikin roja destpêkirina ber bi azadî û demokrasiyê ve û rizgarkirina Efrînê û şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sala pêkanîna îstiqrar û aştiyê li Sûriyê û herêmê û xurtkirina hevgirtina di navbera gelan de.

Newrozê 612 sal beriya zayînê cejneke sembolîk e, yek ji boneyên ku gelê Kurd û gelên herêmê pîroz dike, roja Newroza roja hevgirtina gelan li dijî serdestan e û ragihandina azadî û serkeftina li dijî hemû cureyên zilm û desthilatdariyê û destpêka binketina rejîma desthilatdar e.

Rihê berxwedana Newrozê îro li herêmên me nû dibe. Ew yek bi rêya berxwedana dîrokî ku gelên me bi hemû pêkhateyên wê li dijî siyasetan lê bi rengê xwe yê nû û pêşketî, ev roj teqeziya hevkariya rast a gelan di çand û dîrokê de ye.

Kiryarên pêk tên, armanca wan helandina nasnameya çandî ye. Ew yek parçeyek ji berovajîkirina vê dîroka zengîn e li herêmên me. Sîwana demokrasiyê ya pêkhateyên herêmên me (Rêveberiya Xweser, QSD) xebata rewşa çandî û hevkariya di navbera gelan de ye. 

Keda ku îro tê dayîn, di çarçoveya parastina îstiqrarê û pêşxistina çareseriya demokratîk û şerê li dijî terorê û hişmendiya radîkal e.

Kiryarên Tirkiyê yên li Efrînê, parçeyekî ji planên qirkirinê ne. Di nav de jî çand bi rêya guhertina nasnameya Efrînê û guhertina demografyaya wê û rûxandina cihên wê yên dîrokî, çete û dewleta Tirkiyê ku peykerê Kawayê Hesinkar xistin xwarê, delîl e ku şerê çandê dike. Bi rihê Newrozê berxwedan çêdibe û hemû berxwedanên ku pêk hatin li dijî kiryarên dewleta Tirk li herêmê û keda şerê tunekirina terorê ye."

(jo)

ANHA