Li Minbicê amadekariyên Newrozê didomin

Bi boneya cejna Newrozê komên girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê amadekariyên stran, dîlanên gelêrî û govendan dikin. 

Li Minbicê amadekariyên Newrozê didomin
Li Minbicê amadekariyên Newrozê didomin
Li Minbicê amadekariyên Newrozê didomin
Li Minbicê amadekariyên Newrozê didomin
Li Minbicê amadekariyên Newrozê didomin
Li Minbicê amadekariyên Newrozê didomin
Li Minbicê amadekariyên Newrozê didomin
Li Minbicê amadekariyên Newrozê didomin
Li Minbicê amadekariyên Newrozê didomin
19 adar, 2019   09:44

SELWA EBDULLREHMAN / MINBIC

Li Sûriyê berê cejna Newrozê tenê ji hêla gelê Kurd ve dihat pîrozkirin lê piştî rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemû pêkhateyên li herêmê vê roja dîrokî pîroz dikin.

Bi nêzîkbûna roja 21`ê Adarê re koma girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê amadekariyên Newrozê dike. Her wiha hemû pêkhateyên Minbicê ji Ereb, Tirkmen, Kurd û Çerkezan amadekariya xemilandina cihê şahiyê dikin.

Navenda Çand û Hunerê ji bo amadekariyên cejna Newrozê, mîna koma dîlanê ya gelêrî, stranên naveroka wan vê boneyê rave dikin û staranên şoreşgerî ku nîşana çandên pêkhateyan in, dike.

Tê zanîn ku dê hemû pêkhate bi rêya komên taybet beşdarî şahiya Newrozê bibin. Kom jî ji ciwan û jinan pêk tên, her wiha hejmara komên ku dê beşdar bibin 4 komên sereke ne ku nûnertiya hemû pêkhateyên bajarê Minbicê dikin. Li gel ku koma govend û dîlanên taybet bi zarokan jî heye ku temenên wan di navbera 8 û 10 saliyê de ne. Beriya 2 mehan li Navenda Çand û Hunerê hefteyê du caran perwerde dibûn, lê di meha dawîn de û bi nêzîkbûna cejnê re her roj perwerde dibin û her komek ji 8 kesan pêk tê.

Rêveberê Navenda Çand û Hunerê û endamê komîteya amedekar a Newrozê Omer Mehmûd, ev roj li şêniyan pîroz kir û got: "Em amade ne ji cejna Newrozê re". Di dawiyê de Mehmûd hêviya ku cejna Newrozê bi kêfxweşî derbas bibe, her wiha ji komên dê beşdarî şahiyê bibin re hêviya serkeftinê xwest.

ANHA