Li dijî êzidiyên Efrînê îmha û qirkirina etnîk

Piştî derbasbûna salekê di ser dagirkirina Efrînê re ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve, îmha û qirkirina etnîk li dijî êzidiyên kantona Efrînê didome, mîna kiryarên çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê li dijî gelê êzidî pêk anîne.

Li dijî êzidiyên Efrînê îmha û qirkirina etnîk
Li dijî êzidiyên Efrînê îmha û qirkirina etnîk
Li dijî êzidiyên Efrînê îmha û qirkirina etnîk
Li dijî êzidiyên Efrînê îmha û qirkirina etnîk
Li dijî êzidiyên Efrînê îmha û qirkirina etnîk
19 adar, 2019   09:48

ŞERVÎN MISTEFA / ŞEHBA

Asta binpêkirin û sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi mafên êzidî û elewiyan di dirêjahiya salekê ya dagirkirina kantona Efrînê de roj bi roj zêde bû. Dagirker îslamiyetê li êzidiyan û mezheba sunî li elewiyan ferz dikin. Heta niha kiryarên revandina sivîlan gihaştiye 3 hezarî û li rexê jî kuştina bi dehan û wêrankirina cihên pîroz li Efrînê.

Çavkaniyan tekez kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî êzidî û elewiyan li Efrînê çûna mizgeftan û misilmanbûnê ferz dikin.

Êzidî li 22 gundan li Efrînê belav dibin. Hejmara wan li gorî serjimara fermî 25 hezar e. Lê niha li gorî diyarkirina çavkaniyan hejmara li Efrînê mayî 3 hezar êzidî ne.

Êzidiyên li Efrînê rastî îmha û qirkirina çandî piştî dagirkirina Efrînê ji hêla Tirkiyê ve hatin. Her wiha bi hezaran hatin koçberkirin û li dijî wan binpêkirinên mîna çawa çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê kiriye, hatin meşandin.

Wêrankirina cihên pîroz

Her wiha çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk dara pîroz a li gundê Kefer Cenê yê li qeraxa Goristana Qereh Curnê "Goristana Hogir" şewitand. Ji wê jî zêdetir dizî û kolandina gora êzidiyan a mîrasî ya li Goristana Şêx Cinêd a li gundê Feqîr û wêrankirina wê ye û hilkirina piranî darên ku li gel êzidiyan pîroz bûn.

Dagirkeriya Tirk navenda êzidiyan a li navenda kantona Efrînê, peykerê Zerdeşt û qubeya Laleş wêran kir.

Bi zorê misilmankirin

Dagirkeriya Tirk li dijî êzidiyên li Efrînê dimînin, neçar dike ku bi zorê bibin misilman. Hin çavkaniyan raber kir ku dagirkerî du rêyan li pêş şêniyan dike; yan dê bibin misilman an jî bên kuştin. Nîşaneya vê yekê jî şêniyê bi navê Umer Memo Şemo yê ji gundê Qîbarê ye ku misilmanbûn red kiriye.

Li aliyekî din jî li gundê Basûfanê yê êzidî yê navçeya Şêrawa çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk zarokên gund neçar dikin ku biçin mizgeftê da ku perwerdeyên ola îslamê bibînin û fêrî xwendina Quranê bibin.

Dagirkeriya Tirk li gundên êzidyan mizgeftan ava dike. 2 mizgeft li Basûfanê, 3 li gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera ava kirin û bi zorê perwerdeyên ola îslamî fêrî şêniyan dikin.

Rewşên kuştinê

Piştî ku şêniya bi navê Fatme Hemkê (66) ji gundê Qitmê ye red kir ji malê derkeve û malbatên çeteyan bikevin mala wê, çeteyên dagirkeriya Tirk bombeya destan avêt malê û di encamê de hate kuştin.

Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Abdu Bin Hemû Fûad Nasir piştî bavê wî revandin, bi armanca dayîna fîdyeyê dagirkeriya Tirk ew kuşt. Ji aliyekî din ve jî li rex rêzekiryarên binpêkirinên dagirkeriyê li dijî jinên êzidî, jina bi navê Fîdan Reşîd Xelîl (60) û keçika wê ya bi navê Şêrîn Hemdo Simo (26) ji malbata Hemdo ne, kuştin.

Rewşên revandinê

Berdewamkirina kiryarên çeteyên dagirkeriya Tirk li dijî êzidiyan û astengkirina wan, çeteyan bi sedan êzidî bi armanca dayîna fîdyeyan revandin. Her wiha çete li hemberî serbestberdana wan bi hezaran dolaran dixwazin.

Şêniyê bi navê Henan Birîm revandin û îşkence lê kirin. Her wiha malbata wî jî dubare rastî astegiyan ji hêla çeteyan ve hat. Dagirkeriyê  6 kes ji malbateke ji gundê Qîbarê revandin û ber bi devereke nediyar ve birin.

Ji gundê Qitmê yê navçeya Şera dagirkeriya Tirk sivîlên bi navên Hec Emed (70), Husên Îbo (70), Hemîd Qasêm, Ednan Qasêm tev kurê wî Hemdûş (15), Fewzî Mihemed Şemo tevî 2 kurên wî yên 15 û 16 salî, Eymen Hemade û Henan Hesen Birîm tevî kurê wî Azad, revandin.

Her wiha ji gundê Kefir Cenê jî şêniyê bi navê Elî Elo Îbo (75) revandin û birin cihekî nediyar. Ciwanên bi navên Sîdo Beşar Umerîko (24), Mûsa Nebî (32), Abduruhman Qaziqlî Hiso ji gundê Çeqela Cûmê ne û Mecîd Îso (40) ji gundê Feqîra revandin û birin cihekî nediyar.

Ji gundê Qîbarê jî Ciwan Seîd Reş (32), Hesen Derwîş Şemo (75) û Edûle Hemîd Sefer (63) revandin.

Qedexekirina pêkanîna pîroziyan li goristanan

5 cejn di ser êzidiyên Efrînê re derbas bûn û dûrî gundên xwe, goristanên xwe ne û nikarin pîroziyên xwe li goristanên xwe pêk bînin.

Hevseroka Yekitiya Êzidiyên Efrînê Sûad Hiso ji ajansa me ANHA’yê re di vê derbarê de axivî û wiha got: "Em êzidî bi cejnên xwe û pîroziyên  xwe tên nasîn, lê salek derbas bû me nikarî ev pîroziyên xwe li goristanên xwe (yên ku bi temamî hatine rûxandin) bi destê dagirkeriya Tirk, wek çawa çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê kiriye, pêk bianiyana.

Li Şehba û Helebê xwe bi rêxistin dikin

Piştî neçarmayîna derketina êzidiyan ji Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de bi hezaran jê berê xwe da kantona Şehba, Heleb û Başûrê Kurdistanê. Li pey derketinê ji Efrînê, êzidî li herêman belav bûn. Ji lew re YekItiya Êzidiyan lez da da ku ji nû ve xwe bi rêxistin bikin. Her wiha li kantona Şehbayê êzidiyan navendek vekir.

Li Til Rifatê Mala Êzidiyan hate vekirin, ji ber hejmara êzidiyan li wir guncaw e. Li aliyekî din jî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê da ku xwe bi rêxistin bikin, Mala Êzidiyan hate vekirin.

(fr)

ANHA