Jinên Dêrazorê: Em ê têkoşîn û berxwedanê bidomînin

Jinên bajarokê El- Sûr ê Dêrazorê dagirkirina Efrînê şermezar kirin û gotin: “Îro em dagirkeriyê şermezar dikin û talankirina xêr û bêrên me, bi buhaneya rizgarkirina şêniyan napejirînin. Em ê berxwedan û têkoşînê bidomînin.

Jinên Dêrazorê: Em ê têkoşîn û berxwedanê bidomînin
18 adar, 2019   16:22

DÊRAZOR

Daxuyanî li ber Meclisa Jinên bajarokê El-Sûr hat ragihandin û  ji aliyê endama Meclisê Hind El-Şelal ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Roja reş di ser me re derbas dibe, di vê rojê de desthiladariya dîktaror kiryarên xwe yên nijadperestiyê kifiş kirin. Lê bi saya gelên xwe û serwextbûna wan ji van planên xerab re, em ê li dijî dagirkeriyê rawestin".

Îro em dagirkeriyê şermezar dikin û talankirina xêr û bêrên me, bi buhaneya rizgarkirina şêniyan napejirînin, her wiha em ê wek jinên Sûrî berxwedan û têkoşînê bidomînin".

Daxuyanî bi sloganên “Bijî berxwedana Efrînê bi dawî bû.”

ANHA