TEV-DEM’ê li Girê Spî saziya hevkariyê vekir

Tevgera Civaka Demokratîk a Kantona Girê Spî saziya ku ji 30 yekîtiyan bi armanca hevkariya di navbera sazî û yekîtiyên civaka sivîl de vekir.

TEV-DEM’ê li Girê Spî saziya hevkariyê vekir
TEV-DEM’ê li Girê Spî saziya hevkariyê vekir
TEV-DEM’ê li Girê Spî saziya hevkariyê vekir
TEV-DEM’ê li Girê Spî saziya hevkariyê vekir
TEV-DEM’ê li Girê Spî saziya hevkariyê vekir
18 adar, 2019   16:13

GIRÊ SPÎ

Bi dehan şêniyên kantonê û endamên saziyên sivîl ên Kantona Girê Spî ya Herêma Firatê tev li merasîma vekirinê bûn.

Sazî ji 30 yekîtiyan; Cotkar, Rewşenbîr, Parêzer, Odeya Bazirganiyê û Pîşeyî û gelek yekîtî û odeyên din pêk tê.

Sazî bi armanca pêkanîna edaleta civakî, bilindkirina asta rêgeza xwetêrkirinê, parastina maf û erkan, çandina giyana hevkariyê, çareserkirina pirsgirêkan û pêkanîna hevkariyê di navbera  rêxistin û yekîtiyên civaka sivîl de hate vekirin.

Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin. Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid û hevseroka Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk Eyşe Osman axivîn.

Axaftvanan vekirina saziyê li şêniyan û kedkaran pîroz kir. Her wiha destnîşan kirin ku ev xebat di çarçoveya xizmeta gel û rûniştandina têkîliyê di navbera sazî û kedkaran de gavek girîng e ji bo pêşxistin û avakirinê.

Piştre deriyê saziyê ji hêla hevserokê Meclisa Gel a kantonê Mihemed El-Elî û dayîka şehîd Delîl Yabse ve hate vekirin.

(şx)

ANHA