Şêniyên Şêxmeqsûd dagirkirina Efrînê şermezar kirin

Şêniyên bajarê Helebê dagirkirina Efrînê şermezar kirin û gotin: “Destpêkê Efrîn. Divê Erdogan were darizandin.”

18 adar, 2019   16:09

HELEB

Şêniyên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê di salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê de meşek lidar xistin û dagirkerî şermezar kirin.

Meş ji ber hola civînan a rojavayê taxê destpê kir. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker û bê dengiya navdewletî hatin berzkirin.

Bi sedan şêniyên taxê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, endamên hêzên Asayîşê û Hêzên Parastina Civakî tev li meşê bûn.

Di meşê de wêneyên şehîdên komkujiyên Efrînê, wêneyên şehîdên Helebçe û şaxên zeytûnan hatin hildan

Meş li qada Şehîd Avesta veguherî mitîngê. Di mitîngê de yek ji rêveberên Tevegera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Raperîn Cûdî axivî û hemû şehîdên ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne bi bîr anî. Raperîn destnîşan kir ku wan soz dane ku wê tola şehîdan rakin û wiha anî ziman,"Îro jî em soz didin ku em ê li Efrînê vegerin. Salek li ser dagirkirina Efrînê derbas bû. Piştî berxwedaniya 58 rojan şêniyên Efrînê neçar man ji malên xwe derketin."

Raperîn di axaftina xwe diyar kir ku çalakiyên berxwedêran di girîgehan de didomin. Têkoşer Zulkuf gihîşt asta şehadetê û dewleta Tirk a dagirker cenazeyê wî radest nakin. Raperîn got: “Em berxwedana Leyla Guven, Nasir Yagiz û hemû berxwedêran silav dikin. Bi rihê berxwedana wan Efrînê dê rizgar bibe û li gelê xwe vegere.”

Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger Tolhildan Zerdeşt axivî, hemû şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr anî û got,"Me soz ku em ê Efrînê rizgar bikin û em ê soza xwe bi cih bînin.”

Meş bi dirûşmeyênê silavkirina Berxwedan Serdemê bidawî bû.

(bx)

ANHA