Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê şahiyên Newrozê de hin biryar derxistin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin biryar der barê ewlehiya welatiyan de Newrozê de derxistin û got divê ji êvara îro ve heta 22’yê mehê pêk were.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê şahiyên Newrozê de hin biryar derxistin
18 adar, 2019   12:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Newrozê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê hin biryar derxistin.

Daxuyanî wiha  ye:

“Bi hatina cejna Newrozê re, em dilsozî û baweriya xwe ji bo xak û gelê xwe nû dikin. Em soz didin şehîdên xwe da ku aştiya şêniyan, parastina wan li hember tu xeteriyekê ku pê were ye dikin. Ji hemû gelên herêmê re bi gelemperî û gelê Kurd bi taybet re dibêjin; her sal hûn bi xêr bin.

Da ku berjewandiya giştî û ewlehî bê parastin û tu tevlihevî li herêmê di vê cejnê de dernekevin, divê hemû welatî van biryaran pêk bînin:

1- Divê tu pêlîstokên agirî û teqemeniyên lîstokî bi hemû cureyan, neyên avêtin.

2- Qedexe ye ku çekên takekesî bên cihên şahiyan.

3- Divê her kes ji kombûnên bêrêxistinkirî dûr bikeve û agir di hundirê bajaran de neyê pêxistin.

4- Qedexe ye ku bi motorsîklêtan di hundirê bajaran de bigerin. Her wiha ji hemû erebeyên mezin û sîtêran bi hemû cureyan,  gera li nava bajêr qedexe ye.

Ev biryaran ji vê dîrokê de dest bi pêkanînê wan dibin: 18.03.2019 saet 10’ê êvarê heta 22.03.2019 saet 1’ê nîvro."

(fr)