`Îro em li Baxozê hevkarên dagirkerên Efrînê têk dibin`

Partiya Kesk a Kurdistanê hevkariya ENKS`ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re di dagirkirina Efrînê de şermezar kir û wiha got: "Di rojên pêş de em ê hevkarên dagirkirina Efrînê têk bibin."

`Îro em li Baxozê hevkarên dagirkerên Efrînê têk dibin`
18 adar, 2019   12:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Kesk a Kurdistanê bi boneya salvegera destpêka dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de îşaret bi hevkariiya ENKS’ê ya li gel dagirkeriya Tirkiyê hate kirin û wiha hate gotin: "Di vê rojê de dagirkirina Efrînê ji aliyê komên terorîst ve, di nav de komên girêdayî ENKS`ê û bi serkêşiya artêşa Tirkiyê, temam bû."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komên terorîst ên Ereb û Kurd di nav opozîsyonê de, rê li ber dagirkiriana Efrînê vekir û wiha pê de çû: “Dagirkirina qirêjî ev salek e ji qutkirina daran, kuştina mirovan, guhertina demografîk pêk tê.”

ENKS`ê çi pêşkêşî gelê Efrînê kir?

Her wiha di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "ENKS`ê ku dixwest Rêveberiya Xweser a herêmên Efrînê û herêmên din teşhîr bike û bû hevkarê bihêz ji dijmin re da ku Efrînê dagir bike, piştî ku Efrîn dagir kir, çi pêşkêşî gelê wê kir? Ma ewlehî, azadî, jiyana ewle, perwerdeya bi zimanê kurdî li dibistanan, parastina qarmeyên ku bi zimanê kurdî û krebî nivîsandibûn, hişt ku Newroz bê pîroz kirin? Ev hemû tişt pêk nehat. Niha jî nahêle Newroz li Efrînê pêk were. Her wiha peykerê Kawayê Hesinkar rûxandin, niha jî divê em kê şermezar bikin, ji bilî ENKS`ê?"  

"Efrîna ku materyalên Kurdî û Erebî tê de dihatin dayîn, Efrîna ku jiyana ewle ji hemû gelê wê re peyda dikir, Efrîna ku baweriya wê bi demokratîk û azadiyê hebû û ji her kesî re peyda dibû, di bin banê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û 6 salan di dorpêça ji aliyê rejîmê û komên terorîst ve."

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kir ku Efrînê bi lehengî 58 rojan li dijî dijmin li ber xwe da û wiha hate gotin: “Hemû herêmên Rêveberiya Xweser piştgiriya Efrînê kir û sernavê wê jî lehengiya Avesta Xabûr, Barîn Kobanê û gelek kesên din bû, heta niha jî Efrîn li ber xwe dide. Dijminê ku xwest bi alîkariya xayînan li Efrînê me têk bibe, em niha hevkarên wan DAIŞ`ê têk dibin. Di demeke nêz de bi cejna Newrozê re em ê serkeftinê li Baxozê ragihînin. Agirê Newrozê ku tu kes nikare vemirîne, heta ku yek Kurdek bi fikr û çek hebe û li ber xwe dide. Rojên serkeftinê nêz in, rojên ber bi Efrînê ve nêz in û rojên serkeftina pêkanîna azadî, edaletê û wekheviyê li Rojava û Bakur û Rojhilatê û Sûriyê."

Newroza îsal Newroza serkeftinê ye

Partiya Kesk a Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: "Newroza îsal belgeyên serkeftinên nêz nîşan dide. Ji berxwedana ku gel û şehîdên me dimeşîne derdikeve û şervanên me yên ku bi roj û şev bê navber berxwedanê dikin.

Newroza îsal Newroza serkeftina li dijî terorîstan û îxanetê ye. Newroza îsal Newroza azadî, demokrasî û edalatê ye. Newroza îsal Newroza rizgarkirinê ye, rizgarkirina Efrînê ji terorîst û xayînan e."