Li Kobanê sersaxiya şehîd Derwîş Egîd

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê nasnameya şervanê HPG`ê Derwîş Egîd ku di 27`ê Adara 2018`an şehîd bûbû, eşkere kir. Ji bo sersaxiya şehîd, merasîm hate lidarxistin. 

Li Kobanê sersaxiya şehîd Derwîş Egîd
Li Kobanê sersaxiya şehîd Derwîş Egîd
Li Kobanê sersaxiya şehîd Derwîş Egîd
Li Kobanê sersaxiya şehîd Derwîş Egîd
18 adar, 2019   12:20

KOBANÊ

Meclisa Malbata Şehîdan a kantona Kobanê bi merasîmekê nasnameya şehîdê Hêzên Parastina Gel (HPG) Qasim Hisên (Derwîş Egîd) ku di 27`ê Adara 2018`an de li çiyayê Amanos şehîd bûbû, eşkere kir.

Di merasîmê de bi dehan şêniyên kantona Kobanê, endam û rêveberên saziyên sivîl amade bûn. Konê sersaxiyê li gundê Qeremezrê yê girêdayî navçeya Şêranê ya kantoan Kobanê hate vedan.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê Arif Balî ji malbata şehîd re sersaxî xwest û wiha got: "Ji bo parastina welat û gelê xwe şehîd Derwîş berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji bo wê canê xwe feda kir."

Merasîm bi dirûşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(hk)

ANHA