Kemal Akif: Derbarê dageheke navdewletî ji bo çeteyan nîqaş tê kirin

Kemal Akif hebûna gotûbêjên der barê darezandina dadgeheke navdewletî ji bo çeteyan ku dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya nûnerên şêniyan be, eşkere kir. Her wiha Akif diyar kir ku niha rêveberî stratejiyeke nû dimeşîne da ku fikrên çeteyan ên li herêmê belav bûne, têk bibe.

Kemal Akif: Derbarê dageheke navdewletî ji bo çeteyan nîqaş tê kirin
18 adar, 2019   10:20

QAMIŞLO

Berdevkê Buroya Têkiliyên Derva ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akif, di civîna çapemeniyê ya li Buroya Têkiliyên a li bajarê Qamişlo ye duh   17`ê Adarê di çarçoveya pêşnêrînên Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê  û der barê pêşdeçûnên ku li herêmê rû dane de, daxuyaniyek da.

Akif bersiva nûçegiha ajansa me, ku der barê pêşiyara şêniyên herêmê de bû, ku ev jî divê dadgeke navdewletî ji çeteyên li cem QSD`ê ku li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê girtîne û piştî ku dewletên wan vegera wan li wetatên xwe nepejirand were damezrandin, sedema vê yekê jî hejmara zêde ya çeteyan û malbatên wan di zindan û kampên girêdayî xweseriya demoratîk de  ye.

Kemal diyar kir ku xweseriya demokratîk a bakur û rojhilatê Sûriyê car caran, têkiliyê bi dewletên ku şêniyên wan beşdarî refên çeteyan bûne û niha li cem QSD`ê girtîne çêdike, da çareyekê  ji wan re were bibînin.

Akif eşkere kir ku hebûna gotobêjan di qadên dîplomasiya cîhanî de û bi dewletên ku beşdarî koalîsyona navdewletî her wiha dewletên vegera şêniyên ku beşdarî refên çeteyan bûne nepejirandine, der barê avakirina dageheke navdewletî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo çeteyan bi awayekî dadmendî darizînin û wiha got: "Heke ev yek pêk hat, dê nûnerên şêniyan jî beşdarî dadgehkirinê bibin."

Berdevkê Buroya Têkiliyan Kemal Akif destnîşan kir ku Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, niha stratejiyeke nû dimeşîne, ku ew jî awayê têkbirina fikrê çeteyan e ku li herêmê belav bûye ye û wiha pê de çû: "Divê ev fikir hilweşe, ji ber ku derketina wê dê metirsî be û bi taybet, ser hinek dewletên ku piştevaniyê dikin, di serî de Tirkiye."

Her wiha niha di zindanên QSD`ê de bi hezaran ji çeteyan hene, ku herî kêm ji 46 dewletên Ewropî ne, di gel ku jin û zarokên çeteyan li kampên xweseriya demokratîk zêdetirî  500`î ne.  

Li ser vî esasî Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek caran, bang li wan dewletan kiriye ku şêniyên xwe yên ku beşdarî refên çeteyên bûne, bibin û li gorî yasayên zagonî wan darizînin, lê piraniya wan dewletan ev yek nepejirand, her wiha çend dewletan ji wan nasnameya şêniyên xwe ji wan wergirtin, mîna Brîtanyayê ku nasnameya Brîtanyayê ji Şamîma ya ku bi "Bûka Çeteyan" dihat naskirin, vekişandin.

ANHA