HPG`ê nasnameya 5 şehîdên xwe eşkere kir

navenda Ragihandin û Çapmeniya ya HPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayên xwe yên ku li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê şehîd bûbûn, eşkere kir.

HPG`ê nasnameya 5 şehîdên xwe eşkere kir
18 adar, 2019   10:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya gerîlayên di çalakiya 16'ê Adarê de şehîd bûn eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 17'ê Adarê de me ragihandibû; 'Roja 16'ê Adarê saet 06:30'î hêzên me li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker a li girên Lêlîkan, Kevortê û Elîdirêj çalakiyeke hevdemî kirin. Gelek çeperên li ser her sê giran hatin rûxandin û di encamê de 23 leşkerên dijmin hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn. 5 hevalên me yên bi rengekî fedayî bi ser dijmin ve çûn şehîd bûn'."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Em her 5 hevrêyên xwe bi rêzdarî û minet bi bîr tînin ku dema li dijî dagirkeriya artêşa TC a mêtinger a li Başûrê Kurdistanê parastina gelê me dikirin şehîd bûn. Ev keç û xortên leheng ên gelê me bi sekna xwe ya bi biryar û wêrek rê nedan dijmin, li dijî dagirkerên ku ji teknolojiya xwe bawer dike û jê heye ku dikare gelên me teslîm bigire, bi rengekî fedayî şer kirin û destana lehengiyê nivîsandin. Hevrêyên me yên bi çanda berxwedanê ya PKK'ê xwe xemilandin, bi wêrekî û ruhê Apoyî ketin herêmên ku dijmin ji xwe re gelekî ewle didîtin û mohra xwe danîn binê serketineke mezin. Hevrêyên me Arnos, Dervîş, Hawar, Sîser û Welat li dijî mêtingerî, dagirkerî û barbariyê bi rengekî dîrokî li ber xwe dan. Berxwedana wan a dîrokî wê ji aliyê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ve ti carî neyê jibîrkirin û di hişê mirovan de her bimîne.

Di serî de malbatên me yên hêja yên Erkol, Sevmîş, Tuncer, Kiliç û Yaşar em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna xwe ya 'Rêberê azad, Kurdistana azad' ku xeyalên wan e bi ser bixînin û xwedî li bîranîna wan derkevin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Arnos Serhat
Nav paşnav: Abdullah Erkol
Cihê jidayikbûnê: Wan
navê dayikê: Pakîze

Navê bav:Tahir
Cih û dîroka şehadetê: 16'ê Adara 2019'an / Sîdekan

*****

Nasnav: Dervîş Oremar
Nav paşnav: Sîpan Sevmîş
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
navê dayikê: Zehra

Navê bav:Huseyîn
Cih û dîroka şehadetê: 16'ê Adara 2019'an / Sîdekan

*****

Nasnav: Hawar Bedran
Nav paşnav: Serkan Tûncer
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
navê dayikê: Medîne

Navê bav:Cuneyt
Cih û dîroka şehadetê: 16'ê Adara 2019'an / Sîdekan

*****

Nasnav: Sîser Botan
Nav paşnav: Garîbe Kiliç
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
navê dayikê: Meryem

Navê bav:Huseyîn
Cih û dîroka şehadetê: 16'ê Adara 2019'an / Sîdekan

*****

Nasnav: Welat Dilken
Nav paşnav: Abdullah Yaşar
Cihê jidayikbûnê: Agirî
navê dayikê: Miyaser

Navê bav: Tekîn
Cih û dîroka şehadetê: 16'ê Adara 2019'an / Sîdekan