Sendîkayên Cezayîrê hevdîtina serokwezîr red kir

13 sendîkayên Cezayîrê piştevaniya hewldana armancên serokwezîrê nû Nûredîn Bedewî ji bo hikumetê ava bike, red kir.

Sendîkayên Cezayîrê hevdîtina serokwezîr red kir
18 adar, 2019   09:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Reutersê ragihand ku yek ji serokên sendîkayên beşa fêrkirina rojnamevanan Bûelam Emore wiha got: "Ev sendîka tu nîqaşan bi vê rejîmê re çênake, ji ber ku yên gel in û gel jî got ‘Na ji rejîmê re’."

Dîplomatê Cezayîrê yê berê El-Exder El-Îbrahîm, hevdîtinên nepen bi hin partiyên siyasî û çalagkeran re li Hotela El-Orasî çêkirin ku hêrsa gel biparêzin. Lê diyalogên her du aliyan tu encamên erênî dabîn nekirin.

Xwepêşandan roja yekşemê li gelek bajarokên Cezayîrê berdewam kir. Her wiha xwendekarên dibistanên amadehiyê daketin qadan ku alîgiriya hêrsa tevgera gel bikin. Li aliyekî din jî karkerên kargeha Sonatrach a petrolê ya beşa giştî li bîra Hasî Mesûd û Hasî El-Remil a başurê welêt ketin greva birçîbûnê. Li rexê jî karbidestên saziyên leşkerî jî tevî nêrînên gel û daxwazên wan ên li dijî desthilatê bûn.

Li Cezayîrê ji 22’yê Sibatê ve li dijî desthilata 5’an a gumankirî ya serokê niha Boteflîqa yê ji 1999’an ve li ser desthilatê ye, xwepêşandan didomin. Serok Boteflîqa di rewşa tenduristî ya krîz re derbas dibe, bêyî ku li xwe diyar bike. Felca mêjî ji sala 2013’an ve lê heye.

(fr)