Meclisa Şengalê li ser êrîşa li dijî YBŞ’ê daxuyaniyek da

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, êrîşa ku şevê din ji aliyê artêşa Iraqê ve li dijî wesayîta YBŞ’ê pêk hat, şermezar kir û destnîşan kir ku dewleta Iraqê dixwaze îradeya civaka êzidî bişikîne. Meclisê diyar kir ku tê xwestin civaka êzidî bê parastin bê hiştin û bang li tevahiya civaka êzidî kir ku nerazîbûnê nîşan bide.

Meclisa Şengalê li ser êrîşa li dijî YBŞ’ê daxuyaniyek da
18 adar, 2019   09:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXŞD) li ser êrîşa artêşa Iraqê ya duh ku li Şengalê li dijî wesayîteke YBŞ’ê pêk hat, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya meclisê wiha ye:

"Em êrîşa ku duh li ser zarokên me yên Êzîdxanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) hatiye kirin, bi awayekî tund şermezar dikin.

Çawa ku me di fermanê de dît hikumeta Iraqê keç û zarokên me neparastin û Êzîdxan di nava destê çeteyên DAIŞ’ê de hişt, îro jî li şûna ku di parastina civaka êzidî de xwe berpirsyar bibîne, êrîşî me dike. Ji Nîsana 2018’an û vir ve, piştî ku artêşa Iraqê hat herêmê, gelek caran êrîşî ser miletê me kiriye, zext li ser keç û xortên me meşandiye, di her alî de jiyan li me teng kiriye û em xistine nava dorpeçê. Hatina wan a Şengalê, di her alî de guhertineke erênî li ser civaka me çênebûye. Nimûne deriyê ku keç û xortên me ji bo rizgarkirina miletê xwe bi xwîna xwe vekiribû û ev derî bi taybet di aliyê tenduristî û pêdiviyên jiyanî de ji bo me wek borîya nefesê bû, hat girtin. Mixabin bi hatina arteşa Iraqê re boriya nefesa civaka me girtin. Heta niha keç û zarokên ji destê DAIŞ’ê tên rizgarkirin, ji aliyê artêşa Iraqê ve têne astengkirin û derî li wan tê girtin. Dayikên me, miletê me dema dixwazin vî derî vekin, her carê ji aliyê artêşa Iraqê ve çek li ser wan tên dirêjkirin, tên tehdîtkirin. Hemû cîhan jî baş dizane ku piştî fermanê miletê me yê êzidî li hemû deverên cîhanê belav bûye, lê tu kesî wek hikumeta Iraqê, ji bo vegera êzidiyan a ser xaka xwe astengî dernexistine.

Dixwazin îradeya civaka me bişikînin

Çend roj berê jî li ser navê dewletê Falih Feyaz dema ku hate Şengalê, daxwaz ji aliyên êzidî, bi taybet jî ji hêzên parastina civaka êzidî kir ku li ser navê Şirtayê Îtîhadî (Polîsên Federalî) bêne belavkirin. Ev jî destnîşan dike ku ne ji hêla parastinî, ne jî ji hêla siyasî ve di mentiqa dewletê de guherinek çênebûye û dixwaze careke din vê civakê mîna beriya fermanê bixe bin kontrola xwe. Gava ev êrîşa ku li ser zarokên me şervanên YBŞ’ê hate kirin jî li ber çavan tê girtin, diyar dibe ku dewletê nekarî ji aliyê siyasî ve vê îradeyê bişikîne û fêm kir ku ev îrade mîna berê zû bi zû teslîm nabe, lewma careke din dixwaze bi rêka çekan keç û xortên ku parastina vê civakê dikin, hedef bigire û bitirsîne.

Bila gelê me nerazîbûnê nîşan bide

Em wek Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê vê êrîşa artêşa hikumeta Iraqê bi awayekî tund şermezar dikin û daxwaz ji gelê xwe dikin ku li beramberî planên dewleta Iraqê hişyar bin û rê nedin ku dewlet îradeya azad a civaka me binpê bike. Di heman demê de daxwaz ji gelê xwe yê li her çar aliyên Kurdistan û derveyî welat dikin ku bi ruhê berxwedana Şengalê serî hildin û li pêşberî saziyên neteweyî, Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafên mirovan van êrîş û bênpêkirinên îradeya civaka me ya êzidî şermezar bikin.”