PKK: Dê tola şehîdan bê hildan

PKK’ê şehadeta fermandarê HPG’ê Dogan Zinar û 11 gerîlayên HPG’ê ragihand û destnîşan kir ku jin û ciwanên Kurd dê li van ewladên hêja yên gelê Kurd xwedî derkevin û tola şehîdan hildin.

PKK: Dê tola şehîdan bê hildan
18 adar, 2019   09:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi bîr xist, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê Komîteya Jinûveavakirinê ya PKK'ê û endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Dogan Zinar tevî 11 hevrêyên xwe di Mijdara 2017'an de li eyaleta Amedê şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

 "Em fermandarê şehîd Dogan Zinar û 11 hevrêyên partiyê yên pê re şehîd bûn, bi rêzdarî û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê armancên wan bi ser bixin. Em êşa malbatên xwe yên şehîdan û gelê xwe parve dikin. Ewladê leheng ê gelê Botanê hevrê Dogan sala 1991'an tev li nava refên gerîla bû û di serî de qada Botanê, hema bêje li hemû qadên çiyayî yên Kurdistanê zêdetirî 25 salan gerîlatî kir. Ji şervaniyê heta fermandariya qadê û endametiya Konseya Fermandariyê, di her astê de bi wezîfe û berpirsyariyê rabû. Di pêvajoya jinûveavakirina PKK'ê de ji aliyê rêber Apo ve ji bo Komîteya Jinûveavakirina PKK'ê hate wezîfedarkirin û ji bo vê wezîfeyê bi ser bixe, bi hemû hêza xwe tê koşiya û hewl da. Ji bo her wezîfeya xwe bi ser bixe, bi wêrekî û fedakariyeke mezin xebitî. Di emrekî gelekî ciwan de tev li nava refên gerîla bû û tevahiya jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê kir. Li ser vê bingehê şervanê hêja yê Botanê bû fermandarê Kurdistanê û endamê Komîteya Jinûveavakirinê ya PKK'ê. Partiya me û hêzên me yên gerîla wê li ser şopa vî fermandarê hêja bimeşe, di serî de gelê Botanê wê gelê Kurdistanê xwedî li vî ewladê xwe yê hêja derkeve, ciwanên Botanê û Kurdistanê wê bi tevlêbûna li nava refên gerîla bibin mîna Doganan û hesabê şehîdên Kurdistanê hemûyan ji dîktatoriya AKP-MHP'ê ya faşîst-qirker bipirsin. "

‘Hevrê Zulkuf Gezen şehîdê destpêkê yê pêngavê ye’

Di dewama daxuyaniya PKK'ê de îşaret bi van xusûsan hate kirin: "Wekî din, berxwedana greva birçîbûnê ya mezin a bi pêşengiya Leyla Guven ji 7'ê Mijdara 2018'an ve didome, şehîdê xwe yê destpêkê da. Hevrê Zulkuf  Gezen ku 12 sal e li zindanên TC dîl dihate girtin, ji 1'ê Adarê ve di geva birçîbûnê de bû û ji bo têkoşînê xurtir bike li zindana Tekîrdagê dawî li jiyana xwe anî û şehîd bû. Hevrê Zulkuf ku li bajarê qedîm ê mirovahiyê li Amed-Sûrê ji dayik bû û mezin bû, di temenê ciwantî de tev li nava têkoşîna azadiyê bû û her wezîfe bi wêrekî û fedakariyeke mezin bi cih anî. 12 salan li zindanên TC'ê bi biryardariyeke mezin li ber xwe da û li refên herî pêş cihê xwe di nava her çalakiyê de girt. Bi şehadeta wî ya 17'ê Adarê re bû şehîdê destpêkê yê li zindanan ê pêngava berxwedana 'Em tecrîdê ji holê rakin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin' ku ji bo azadiya rêber Apo pêk tê.

Li ser vê bingehê em hevrê Şehîd Zulkuf Gezen bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê armancên wî bi cih bînin û li Kurdistana azad xwedî li bîranîna wî derkevin. Şehadeta hevrê Zulkuf ku bi fedakariyeke mezin da pêş û Şehîdê Newroza 2019'an e, serketina pêngava me ya berxwedanê ya 'Em tecrîdê ji holê rakin û faşîzmê hilweşînin' tûj kiriye. Hevrê Zulkuf ku tev li karwanê nemiran bû, ji bo azadiya Rêber Apo û gelê me pireke qewîn e. Di serî de gelê Amedê em bang li gelê Kurdistanê dikin ku xwedî li hevrê Şehîd Zulkuf derkevin, li ser pira wî ya azadiyê bi biryardarî bimeşin û çalakiyên azadiyê li her qadê xurt bikin.

Em ê li ser şopa hevrê Zulkuf tecrîdê ji holê rakin

Divê baş were zanîn ku jiyana rast şehîdên me bi xwe ne. Li ser bingeha meşa li ser şopa şehîdên me yên leheng û xwedîderketina li vê jiyana azad, em gel û tevger bûn xwedî van nirxên azadiyê. Niha jî em ê bi meşa xwe ya li ser şopa gerîlayên leheng û hevrê Şehîd Zulkuf, tecrîdê ji holê rakin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin, Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bikin. Em ê bi vê têkoşîna xwe ya lehengî ya li ser xeta şehadetê bikin ku Rêber Apo azad bibe û bi rengekî azad bixebite.

Hevrê Zulkuf a zor û zehmet bi ser xist. Wî rêya rast a ku divê em lê bimeşin nîşan da û meşa me ya serketinê xurt kir. Êdî ji bo me şoreşger û welatparêzan hêsan bûye ku em di vê rêya azadî û serketinê de bimeşin. Divê mirov ji dayika berdêla berxwedanê ya ji bo azadiyê netirsin, divê mirov ji rawestandina berxwedanê bitirsin. Hevrê Zulkuf meşa heta serketinê no kir û ev tirs ji holê rakir. Jin û mêrên Kurd, gelê Kurd, ciwan wê êdî hîn bi wêrekî û fedakarî têbikoşin û hesab ji kujerên faşîst bipirsin. Wê xeteke çalakiyê ya ku ne li xwe, lê li faşîzma AKP-MHP'ê dixe, esas bigirin û siyaset û zîhniyeta faşîst-qirker di nava dîrokê de winda bikin. Di serî de hevrêyên li zindanan û şoreşgerên di berxwedana greva birçîbûnê de ne, her kes divê vê şehadetê rast fêhm bikin, bi rengekî rast xwedî lê derkevin, karibe xwe bike hêza tolhildanê, li faşîzmê bide û bi çalakiyên xwe faşîzmê biavêje ser sergoyê dîrokê.

‘Tola hevrêyên me yên şehîd wê were hilanîn’

Eşkere ye ku jin û ciwanên Kurd, gelê Kurd wê xwedî li van ewladên xwe yên hêja derkeve, pêngava me ya azadiyê bi ser bixîne û tola hevrêyên şehîd hilînin. Gerîlayên me yên leheng ji xwe her roj derbên kuştinê li dijminê faşîst-qirker dixin û tolê hiltînin. Ji xwe 16'ê Adarê hêzên HPG'ê yên Xakurkê derbeke kuştinê li keriyên faşîst ên AKP-MHP'ê xistin. Ji ber vê serketina mezin em hêzên şervan û fermandar ên HPG'ê pîroz dikin û di şerê wan ê azadiyê de serketinê dixwazin. Em şehîdên leheng ên vê çalakiya dîrokî bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Li ser bingeha vê yekê em Newrozê Cejna Azadiyê li hêzên partiyê û gerîla, li gelê xwe û dostên xwe pîroz dikin, bang dikin ku dakevin qadên Newrozê, Newroza 2019'an bikin Newroza bidawîkirina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê. "