Dayîkên Efrînê 18’ê Adarê vedibêjin

Gelê Efrînê di 18’ê Adarê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku ji warê xwe derkevin.  Dayîkên Efrînê kêliyên neçariya derketina ji Efrînê vegotin.

Dayîkên Efrînê 18’ê Adarê vedibêjin
Dayîkên Efrînê 18’ê Adarê vedibêjin
Dayîkên Efrînê 18’ê Adarê vedibêjin
Dayîkên Efrînê 18’ê Adarê vedibêjin
Dayîkên Efrînê 18’ê Adarê vedibêjin
Dayîkên Efrînê 18’ê Adarê vedibêjin
Dayîkên Efrînê 18’ê Adarê vedibêjin
18 adar, 2019   08:52

FÎDAN ABDULLAH/ŞEHBA

Roja 18`ê Adarê ji rojên herî dijwar ku li ser şêniyên Efrînê derbas bûye. Şêniyên Efrînê ji ber dijwariya êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man di 18’ê Adarê de ji warê xwe derketin. Şêniyan berê xwe dan kantona Şehbayê û li wir berxwedana xwe berdewam dikin.

Kêliyên wê rojê hîna di bîra dayîkên Efrînê de zindî ne. Dayîkan bi meşe bi dehan kîlometereyan di nav çiyayê Lêlûn de yê ku bi 600 metreyan bilind e meşiyan da ku bighêjin herêma Şehbayê.

Jin û zarok bi taybet jinên temenmezin herî zêde ji êrîşan zirar dîtine, ruxmî astengî û zehmetiyan lê heya rizgarkirina Efrînê di berxwedanê de bi israrin.

Dayîka Mewlîde Mihemed 60 salî ye û ji şêniyên navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ye. Mewlîde destnîşan kir ku wan bê westan heya 58 roja li dijî balafirên dagirkeriya  Tirk û çeteyên wê li ber xwe dan. 

Mewlîde wiha domand: "Ji ber hovîtiya komkujiyên ku dagirkeriyê  pêk anîne, me biryara derketinê da. Em ê berxwedana xwe heya rizgarkirina Efrînê bidomînin.”

Dayîka Mewlîde bibîrxist ku ew 3 rojan bê navber meşiyane û wiha domand: "Roja Yekşemê di saet 3:00`yan de em ji navenda bajêr derketin. Derdora saet 19:00’ê  êvarê em gihaştin gundê Kîmarê yê girêdayî navçeya Şêrawayê. Min li dû xwe nêrî min got bajarê min tu çiqas xweşikî, çeteyan bedewiya te bi xwîna xwe qirêj kirin. Ji wir me berê xwe da gundê Bîa û li wir tevî zarokan me rojekê di nav zeviyan de derbas kir. Di roja din de me berê xwe da gundê Birc Qasê, derdora me mîna dojehê bû serma û cihek tunebû ku em xwe lê bispêrin."

Dayîka Mewlîde bal kişand ser êşa ku di meşa nava çiyayan de kişandiye û wiha got: “Me gelek êş kişand lê dema em vegerin Efrînê, ez ê wê êşê ji bîr bikim.”

Dayîka Sebîhe Zekî kêliyên veqetîna xwe ya ji Efrînê bi çavên girî wiha vegot: “Di saet 5:00’ê berbangê de, me tevahiya milkên xwe li pey xwe hişt beyî ku em tiştekî ji pêdiviyên xwe bigirin gel xwe. Em derketin. Ez û hevserê min di dirêjiya rê de hertim giriyan.”

Dayîka Sebîhe wiha berdewam kir: "Tiştek bi me re tune bû heta nan û av jî. Gelek saetan em meşiyan sermayê bedenê me dixwar. Lê dîsa em teslîm nebûn. Ji ber ku me desthilatdariya Tirk li ser xwe red kir. Em ji Efrînê derketin. Em di wê baweriyê de ku em ê di zûtirîn dem de vegerin bajarê xwe."

Dayîka Erîfe Ismaîl 67 salî ye û ji şêniyên gundê Meimila yê girêdayî herêma Recoyê ye. Dayîka  Erîfe destnîşan kir ku ji ber sermeyê êdî lingên wan ew ranedikirin û wiha axivî: “Rê dirêj bû û gelek dijwar bû. Ez nexweş ketin kêmek mabû ez jiyana xwe ji dest bidim.”

Tevî wê dayîka Erîfe mîna bi hezaran dayîkên Efrînê tekez dike ku ew ê li kantona Şehbayê li ber xwe bide heya ku Efrîn rizgar bibe.

(şx)

ANHA