Li Dêrazorê şaneyeke veşartî ya DAIŞ’ê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarên Dêrazorê 7 çeteyên girdayî şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî , pişt hewldana wan a revê girtin.

Li Dêrazorê şaneyeke veşartî ya DAIŞ’ê hate girtin
18 adar, 2019   07:51

DÊRAZOR

Dewriyeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn dema li ser erka xwe bû, li gundê El-Şihêl ê Dêrazorê rastî guleavêtinê hat û di encamê de endamekî wan şehîd bû.

Piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser bûyerê lêpirsîna xwe temam kir, bi ser şaneyeke veşartî ya girêdayî çeteyên DAIŞ’ê li gundê El-Şihêl ê bajarokê El-Besra yê gundewarên Dêrazorê de girt û di encamê de 7 çeteyên ku destê wan di kiryarên terorê yên li dijî şênî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hebûn, girtin.

Birpirsekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê bi bîr xist ku dê herêm ji qirêjî û terorê paqij bikin û şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê tune bikin.

(fr)

ANHA